A. Rahman Çelîk
Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran.
Hin welatên Yekîtiya Ewrûpayê û Brîtanya xerckirinên leşkerî zêde dikin.
Rageşiya li pêyî şerê Ûkraynayê ya bi Amerîkayê re fikarê dide Ewrûpayê.
Hin welatên sereke yên Ewrûpayê hewl didin hêzên xwe yên leşkerî xurt bikin.
Almanya zêdekirina xerckirinên parastinê wekî veguherîna dîrokî plan dike.
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz dibêje “em ê artêşa Almanyayê bikin “artêşa herî mezin a Ewrûpayê.”
Johann Wadephul vê hefteyê destnîşan kir ku hikûmetê qebûl kiriye butçeya parastinê ji rêjeya sedî 5 wê zêde bikin.
Welatên din ên Ewrûpayê jî di vê çarçoveyê de dixwazin artêşên xwe bi hêz bikin.
Fransa û zêdekirina butçeya parastinê
Fransaya ku li nav Yekîtiya Ewrûpayê tekane welatê xwe çavtirsandina nukleer e, polîtîkaya xwe ya parastinê di ber çav re derbas dike.
Di halê hazir de, 203 hezar leşker di nav Artêşa Fransayê de kar dikin.
Ji dema ku serokomar Emmanuel Macron hatiye ser kar, Fransa butçeya parastinê her zêde dike.
Emmanuel Macron di meha Adarê di axaftineke televizyonê de bal kişandibû ser tehdîta Rûsyayê û gotibû ku lazim e Fransa butçeya parastinê derxe du qatên butçeya heyî.
Polonya û 500,000 leşker
Polanda ku xeta sînorê rojhilat ê NATO’yê diparêze, bi salan e xurtkirina hêzên bejayî ji xwe re kiriye hedef û bi vê hincetê razemeniyan dike.
Polandê di sala 2024’an de, ji rêjeya sedî 4.12 yê butçeyê ji bo parastinê veqetandibû.
Di halê hazir de, 150 hezar leşker di nav artêşa Polandê de kar dikin.
Serokwezîrê Polandê Donald Tusk destnîşan dike ku dixwazin hejmara leşkeren derxin 500 hezarî.
Brîtanya teknolojîyê pêş dixe
Brîtanyayê pêşdebirina teknolojiya bilind kiriye armanc.
Tê gotin ku Brîtanya wê butçeya parastinê derxe rêjeya ji sedî 2.4 û bi rê rêjeyê teknolojiya dronan, aqilê çêkirî û pergalên lazerê bi pêş xe.
Hikumeta Brîtanyayê plan dike ku ji Amerîkayê bi dehan balafirên şer ên F-35 bikire.
Amedekarîyên Îtalyayê
Îtalya her çiqasî xwedî hêzeke xurt a bejayî ye jî, pêdivî bi reforma leşkerî heye.
Li gorî daneyên NATO’yê, Îtalyayê sala borî rêjeya 1.49 ji bo parastinê veqetandiye.
Vê rêjeyê jî gelekî di biniya rêjeya ji sedî 2 ya NATO’yê ye.
Bes tê gotin ku serokwezîr Giorgia Melonî dixwaze rewşa heyî biguhere û Îtalyayê di nava Ewrûpayê de bike welatê herî xurt ê bi zirx.
Rewşa leşkerî ya global
Li aliyê din, hewldanaên van welatan û bernameyên biçekbûnê yên bi milyar ewro yên Ewrûpayê dîsa jî di rêzkirina hêza şer a gerdûnî de nikarin guherînê pêk bînin.
Lêkolîna Hêza Şer A Gerdunî ya 2025’an destnîşan dike ku Amerîka bi awayekî mezin serê rêzê dikişîne.
Li pêyî Amerîkayê Rûsya tê û Çîn, Hindistan û Koreya Başûr didin du vê rêzê.
Brîtanya di rêza şeşan, Fransa di rêza 9’an û Almanya jî di rêza 11’yan de cî digirin.
Foto: Tetbîqateke NATOyê ya li Almanyayê