Amerîka fuzeyan difiroşe Tirkiyeyê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê firotina zêdetirî 300 milyon dolaran fuzeyan pesend kir.
Fuzeyan ji bo balafirên şer tên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê firotina fuzeyan a Tirkiyê pesend kir.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de got ku bazirganiya di vê babetê de zêdetirî 300 milyon dolaran e.
Ajansa Ewlekarî û Hevkariya Parastinê ya girêdayî Pentagonê berê Kongreya Amerîkayê agahdar ki û paşê jî pesendkirina biryarê bi raya giştî re parve kir.
Hat ragihandin, bi 225 milyon dolaran, wê 53 heb fuzeyên modela AIM-120C-8 û bi 79.1 milyon dolaran jî 60 heb fuzeyên AIM-9X Sidewinder bifiroşe Tirkiyeyê.
Van fuzeyan ji bo balafirên şer bavêjin, ji hewa tê avêtinî hewayê.
Amerîka îddia dike ku firotina van fuzeyan wê balansa hêzên li herêmê neguherîne.
Ji bo proseya firotinê temam bibe, lazim e biryara Wezaretê ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve jî bê pesendkirin.
Tirkiyê ji bo 40 heb balafirên şer ên F-16 yên nû bikire û fîloya xwe ya heyî modernîze bike, di sala 2021’ê de serî li Amerîkayê dabû.
Lê belê Amerîkayê ji ber sedema ku pergala parastinê ya S-400 ji Rûsyayê kirîbû daxwaza Tirkiyê neanîbû cî.
Infowelat
———————————————-
Foto: Balafirek şer a artêşa tirk