A.Rahman Çelîk
Serokê Amerîkayê gera Rojhilata Navîn didomîne.
Donald Trump li pêyî Qeterê wê biçe Îmaratên Ereb.
Trump bi Riyadê re peymana firotina çekan îmze kir.
Trump li Riyadê li ser Sûriyeyê jî axivî, destnîşan kir ku wê hemû tedbîrên li dijî Sûriyê rakin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya Konseya Hevkariya Kendavê de doh ji Erebistana Siûdî dest bi gera Rojhilata Navîn kir.
Donald Trump piştî serdana Qeterê gera xwe wê li Îmaratên Ereb bi dawî bike.
Şandeyeke berfireh a ji personelên Qesra Spî, wezîran, rayedarên payebilind û karsazan pêk tên beşdariya Serokê Amerîkayê dikin.
Mebesta serdana Trump a li welatên Kendavê yên xwedîerk û dewlemend ên wekî Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Ereb ev e ku rêya razemeniyan veke, hevkariya aborî û faaliyetên bazirganî pêk bîne.
Tê gotin ku rêveberiya Donald Trump dixwaze ji fonên sermayeya Kendavê bi sed milyonan dolar razemeniyan bikişîne Amerîkayê.
Çek firotin Erebistana Siûdî
Serokê Amerîkayê dema serdana Erebistana Siûdî, peymaneke bi 142 milyar dolar a çekan bi Riyadê re îmze kir.
Qesra Spî peymana hatiye îmzekirin wekî “di dîrokê de peymana herî mezin a parastinê” destnîşan dike û dibêje bi vê peymanê wê teknolojî û xizmeta herî pêşketî bifiroşin Erebistana Siûdî.
Ambargoya li dijî Sûrîyeyê tê rakirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump di foruma razemeniyê ya li paytext Riyadê, li ser Sûriyê jî axivî.
Dema axaftina xwe got: “Ji bo şensekê bidin bilindbûna Sûriyê, wê talîmatê bide ku hemû tedbîrên li dijî wan bên rakirin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve Tommy Pigott li ser babetê got: “Rêveberiya Amerîkayê aştî û aramiya Sûriyê dixwaze. Yek ji armancên serdana Donald Trump a li Rojhilata Navîn vê meselê ye.”
Foto: Trump û lîderên welatên Konseya Hevkariya Kendavê