Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

Meloni: Rêveberîya Ewrûpayê olîgarşî ye

Serokwezîra Îtalyayê Meloni konsensûsa ji bo lîdêrên nû yên Yekîtîya Ewrûpayê rexne kir. Melonî got, rêbaza diyarkirina peywiran rastîya heyî temsîl nake. Hilbijartina lîderên nû li Ewrûpayê rastî reaksîyonan tê. Bi taybetî, rasta radîkal a Giorgia Meloni jê re pêşengtiyê dike, dengê xwe bilind dike. Serokwezîra Îtalyayê Meloni duh du …

Bêtir »

Lîtwanya dema leşkerîyê dirêj kir

Parlamentoya Lîtwanyayê dema leşkerîya ferz kir salekê. Bi heman biryarî, divê xwendekar berîya zanîngehê xizmeta leşkerî temam bikin. Lîtwanyayê dema xizmeta leşkerîya ferz dirêj kir. Li gorî biryara Parlamentoya Lîtwanyayê dema leşkerîyê dibe salekê. Berî niha, xizmeta leşkerîya ferz bi 9 mehan hatibû bisînorkirin. Guherîneke din a di leşkerîyê de, …

Bêtir »

YE rêya endamtîya Ukrayna û Moldovayê vekir

Ukrayna û Moldova bi Yekîtîya Ewrûpayê re dest bi muzakereyên endamtiyê dikin. Biryara muzakereyan duh di Konferansa Nav-Hukumetî ya Yekîtîya Ewrûpayê de hat girtin. Ukrayna û Moldova bi Yekîtîya Ewrûpayê re dest bi muzakereyên endamtiyê dikin. Biryara muzakereyan duh di Konferansa Nav-Hukumetî ya Yekitîya Ewrûpayê (YE) de hat girtin. Çend …

Bêtir »

Macron bi şerê navxweyî gef li Fransayê xwar

Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar. Macron got, eger rasta radîkal an çepa radîkal were ser kar, dibe ku “şerê navxweyî” pêk were. Hilbijartinên pêşwext ên Fransayê dîskursa sîyasî ya li welêt ji binî ve diguherîne. Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar. …

Bêtir »

Bakurê Makedonyayê hukumeta xwe ava kir

Hristijan Mickoski yê ji partîya VMRO-DPMNE bû serokwezîrê nû yê welêt. Partîya Mickoski di hilbijartinên gulanê de ji % 43ê dengan girtibû û bûbû xwedîyê 58 kursîyên parlamentoyê. Bakurê Makedonyayê hukumeta xwe dîyar  kir. Hristijan Mickoski yê ji partîya VMRO-DPMNE bû serokwezîrê nû yê welêt. Partîya Mickoski di hilbijartinên gulanê de ji …

Bêtir »

Çepa Fransayê bernameya xwe eşkere kir

Enîya Gel a Nû berîya hilbijartinên Fransayê bernameya xwe ya aborîyê eşkere kir. Temenê teqawidbûnê dibe 62, heqdestên xebatkarên dewletê û desteka ji bo kirê tê zêdekirin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext, pêşbirka sîyasî ya li Fransayê kûrtir dibe. Partîyên çep bi yekîtîya di bin banê Enîya Gel a Nû de …

Bêtir »

Mark Rutte dibe şefê nû yê NATOyê

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wê bibe sekreterê-giştî yê NATOyê. Rutte wê di civîna sefîrên NATOyê ya di rojên pêş de an jî di civîna lîderan de wekî sekreterê-giştî yê NATOyê bê wezîfedarkirin. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wê bibe sekreterê-giştî yê NATOyê. Rêya Rutte ya ber bi serokatîyê ve piştî serokê …

Bêtir »

Kanada Supayê Pasdaran xist lîsteya terorê

Hukumeta Kanadayê Supayê Pasdaran xist lîsteya terorê. Bi biryarê, hatina Kanadayê ya endamên Supayê Pasdaran û hemû têkiliyên kanadayîyan bi  vê komê re tên qedexekirin. Herwiha, biryar destûrê dide hukumetê hebûna vê hêza îranî yên li Kanadayê desteser bike. Îran di asta cîhanî de demên dawî rastî derbeyên dîplomatîk tê. …

Bêtir »

Amerîka wê çekên atomê li Swêdê bi cî bike?

Parlamentoya Swêdê Peymana Hevkarîya ya Parastinê ya bi Amerîkayê re qebûl kir. Peyman destûrê dide hêzên leşkerî yên Amerîkayê 17 baregehên li Swêdê bi kar bînin. Di peymanê de qala qedexekirina bicîkirina çekên nukleerî ya li ser axa Swêdê nehatîye kirin. Parlamentoya Swêdê Peymana Hevkarîya ya Parastinê ya bi Amerîkayê …

Bêtir »

Leyen wê cara duyemîn bibe seroka Komîsyona Ewrûpayê?

Lîderên ewrûpî di civîna Brukselê de ji bo serokatîya Ursula von der Leyenê biryarekê nedan. Partîya Leyenê EPP (Partîya Gel a Ewrûpayê) dixwaze careke din ew bibe serokê Komîsyona Ewrûpayê. Gelo ew ê Ursula von der Leyen careka din bibe serokê Komîsyona Ewrûpayê? Ev pirs piştî hilbijartina ji bo Parlamentoya …

Bêtir »

Bruksel “sembolîzma faşîst” şermezar kir

Meseleya bikaranîna sembolên faşîst bi vîdyoyeke baskê ciwanan a Fratelli d’Italia ket rojevê. Komîsyona Ewrûpayê bi daxuyanîyekê bikaranîna sembolên faşîst şermezar kir. Berdevkê Komîsyona Ewrûpayê Eric Mamer bikaranîna sembolên faşîst şermezar kir. Mamer di daxuyanîya xwe ya duh de vê bersivê da pirsa li ser mijarê: “Sekna Komîsyona Ewrûpayê û …

Bêtir »

Le Pen beşeke manîfestoya xwe betal kir

Rasta radîkal a Fransayê berîya hilbijartina giştî beşeke manîfestoya xwe ji înternetê vekişand. Di belgeya hat vekişandin de soza “tifaqa” bi Rûsyayê re û sekinandina hevkarîyê ya bi baskê leşkerî ya NATOyê re hatibû dayîn. Rasta radîkal a Fransayê berîya hilbijartina giştî beşeke manîfestoya xwe ji înternetê vekişand. Di vê …

Bêtir »

Lîderê ANCê dîsa bû serokê Afrîkaya Başûr

Cyril Ramaphosayê careke din bû serokê Afrîkaya Başûr. Di dengdana duh de 283 wekîlên parlamentoyê dengên xwedan  Ramaphosa. Ramaphosa rêya serokatîya xwe ya duyemîn bi hevkarîya bi DAyê re (Tifaqa Demokratîk) vekir. Afrîkaya Başûr careke din di bin lîderîya Ramaphosa de hukumeta xwe ava kir. Lîderê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê …

Bêtir »

Efûya katalanan rastî derbeya hiqûqî hat

Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan red kir. Dadgeh dixwaze serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û çend kesên pêşeng ên referandûma serxwebûnê neyên efûkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê qanûna efûyê ya ji bo katalanan red kir. Li gorî sîstema hiqûqî ya Îspanyayê, dadgeha …

Bêtir »

Melenchon wê bibe namzetê serokatîya Fransayê?

Partîyên Sosyalîst, Komunîst, Kesk û La France insoumise (Fransa Stû Natewîne an bi navekî din LFI) tifaqekê damezrandin. Jean Luc Melenchonê xwedî karîzmaya sîyasî dixwaze bibe namzetê serokatîya ya vê tifaqê. Lêbelê Sosyalîst, Komunîst û Kesk bi namzetîya Melenchon neqayil in. Encamên hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê siyaseta Fransayê ji …

Bêtir »

Dadgeha Ewrûpayê ceza li Hûngaryayê birî

Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê (ECJ) ji ber binpêkirina mafên penaxwaza 200 milyon euro ceza li vî welatî birî. Dadgeha li Luxembourgê ligel vî cezayî, biryarê da heta Hûngarya rojane 1 milyon euro cezayê bide. Yekîtîya Ewrûpayê sekna xwe ya li hemberê Hûngaryayê (Macaristan) hişktir dike. Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê (ECJ) …

Bêtir »