Peymana aştîyê ya li Deryaya Sor

Amerîka û husiyan li ser agirbestekê li hev kirin.

Hevdîtinên agirbestê bi navbeynkariya Ummanê tên meşandin.

Husiyan qebûl kir, dawî li êrişên li Deryaya Sor bînin.

Amerîka û husiyên Yemenê bi navbeynkariya Ummanê agirbest pêk anîn.

Li gorî peymanê, Amerîka wê êrîşên hewayî li dijî Husiyan pêk neyne û husî jî êrîşî hedefên Amerîkayê neke.

Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Bedir el-Busaidî diyar kir ku Amerîka û husiyan li hev kirine êrîşên li Tengava Babu’l Mendebê bi dawî bikin.

Wezîr destnîşan kir ku êdî di çûnûhatina li Tengava Babu’l Mendebê wê tu pirsgirêk çê nebe.

Elî el-Husî wiha axivî:

Nexşeya Deryaya Sor û welatên li dora wê

“Sozên Amerîkayê yên li ser êrîşa li dijî Yemenê wê li sehayê bê nirxandin.”

Nûnerê Yemenê got, ew dixwazin destegê bidin Xezayê û loma jî êrîşên li dijî Îsraîlê wê dewam bikin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ragihand, agirbest tenê ji peravên Yemenê derbas dibe û tu têkîliya peymanê bi Îsraîlê ve tune ye.

Infowelat

——————————————-

Foto: Bazirganîya bi rêya Deryaya Sor tê kirin 

Derya Sor vediguhere navendeke aloziyê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …