Îsraîl reveberîya Şamê hişyar kir

A.Rahman Çelîk

Li Sûriyê pevçûnên di navbera komên durzî û sunniyan dewam dikin.

Îsraîlê ji bo van pevçûnan hişyarî da rêveberiya demkî ya Şamê.

Îsraîl got, eger êrîşên li dijî durziyan nesekinîne wê midaxale bike.

Îsraîlê ji bo êrîşên li dijî durziyan hişyarî da rêveberiya demkî ya li Şamê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz wiha axivî: “Eger êrîşên li dijî durziyan neyên sekinandin, emê bi hêzeke mezin bersivê bidin.”

Katz got, wî ferman daye artêşê ku êrîşên hişyariyê li dijî komên girêdayî rêveberiya Şamê pêk bînin.

Sazîya Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyê SOHR jî destnîşan dike, li deverên curbecur, zêdetirî 100 kes hatine kuştin.

SOHR ragihand, tenê di du rojên dawç de di pevçûnên li gundewarên Şamê 74 kes hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê de daxuyanî da û kuştina sivîlan şermeza kir.

Koordînatorê Alîkariya Însanî Adem Ebdulmewla got, berfirehkirina şîddetê ewlekarî û aramiya sivîlan dixe xetereyê û rewşa însanî her diçe xerabtir dibe.

Ev çend roj in, li gundewarên paytext Şamê ya Sûriyê di navbera komên Durzî û Sunnî de pevçûn rû didin.

Qeydeke deng a ku heqaretê li pexember Muhemmed dike wekî sebeba êrişên li dijî durzîyan tê nişandan.

Tê ragihandin, qeyda deng ji aliyê mirovekî dînî ya durzîyan ve hatiye belavkirin.

Foto: Karwaneke HTŞê ya ber bi herêma durzîyan ve diçe

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …