A.Rahman Çelîk
Neteweyên Yekbûyî îro Tirkiyeyê nirxand.
Beriya rûniştina nirxandinê, li ser sozên Enqereyê raporek hat pêşkêşkirin.
Di raporê de rewşa xerab a Tirkiyê hate berbiçavkirin.
Rapor dibêje Enqereyê ji 216 sozan tenê 6 soz anîne cî.
Koma Xebata Periyodîk UPRê ya girêdayî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rûniştina îro de rewşa Tirkiyeyê nirxand.
Beriya rûniştina li Cenevê, li ser sozên Enqereyê raporek hat pêşkêşkirin.
Rapor dibêje Enqereyê ji 216 sozan tenê 6 soz anîne cî.
Koma Xebata Periyodîk her ji 4 sal û nîvan carekê rûniştinê li dar dixe.
Tirkiyeyê di sala 2020’an de, ji 321 pêşniyaran 216 pêşniyar pejirandibû û soz dabû ku wê wan têxe meriyetê.
Nûnerên welatan ên ku di rûniştinan de axivîn û diyar kirin ku Tirkiye di warê mafên mirovan de pir paş de çûye.
Di axaftinan de bi taybetî fikarên li ser serxwebûna dadweriyê derketin pêş.
Nûneran rexneyên tund li Tirkiyê kirin û gotin ku Tirkiyê pêşniyarên berê bi cih neaniye, di qanûnên dijî-terorê de sererastkirinek çênekiriye û van qanûnan ji bo çewisandina muxalifan bi kar tîne.
Nûneran xwestin ku qanûn li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan werin sererastkirin.
Rapora li ser babetê jî dibêje binpêkirinên li gelek qadan dewam dikin.
Fikarên li ser Tirkîyeyê
Rapor fikarên li ser Tirkiyê weha rêz dike dibêje:
-Daraza Tirkiyê di bin zextên siyasî de kar dike.
-Li Tirkiyê azadiya xweîfadekirine tune.
-Zextên li rojnameger, parêzer û parêzvanên mafên mirovan her diçe zêde dibe, medya yekser ketiye bin kontrolê.
-Di warê têkoşîna li dijî şîddeta li jinan tu pêşdeçûn çê nebûye, qet pêşniyarek jî ji bo pêşîgirtina zewacên di temenê ciwan de, nehatiye cî.
-Îşkence û muameleya xerab bêceze dimîne, binçavkirinên kêfî, wendakirinên bi zorê û çanda bêceze hiştinê fikaran mezin dike.
Di raporê de behsa şert û mercên tecrîdê hate kirin û anî ziman ku pêkanînên tecrîda demdirêj nayên qebûlkirin.
Di raporê de herweha hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê cudakariya li ser zimanî, etnîkî û olî yên li dijî kêmneteweyan didomin.
Hat diyarkirin ku civakên wekî kurd, elewî û roman di gihîştina xizmetguzariyên giştî, perwerde û kar de rastî astengiyan tên.
Raporê ev nirxandin jî kir, dibêje ji ber sedema ku Tirkiyê sozên xwe nayîne cî, pêwîst e ku di qada navneteweyî de encamên ciddî derkevin pêşiya wê.
————————————-
Foto: Logoya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî