Putin cara ewil serokê Ukraynayê Zelensk mixatab qebûl kir.
Serokê Rûsyayê got, ew dixwaze bi serokê Ukraynayê re di 15ê gulanê de li Tirkîyeyê hevdîtinekê bike.
Dîplomasîya li dora bidawîkirina şerê Ukraynayê tê meşandini bi bayê bezê pêş dikeve.
Putin di 12ê gulanê de pêşnîyaza hevdîtinê ya li Zelensky kir.
Serokê Rûsyayê got, ew dixwaze bi serokê Ukraynayê re di 15ê gulanê de li Tirkîyeyê hevdîtinekê bike.
Berîya vê bangê, Ukrayna û hevalbendên wê agirbesteke 30 rojan pêşnîyazê Rûsyayê kiribû.
Lêbelê rêveberîya Putîn heta niha bersiveke erênî nedaye vê daxwaza Ukraynayê.
Tevî vê jî Zelensky pêşnîyaza Putîn bi vê peyama xwe ya Xê qebûl kir:
“Tu sebeb tune ne ku kuştin berdewam bikin. Ez ê pêncşemê li Tirkîyeyê li bende Putîn bim. Ez bawer dikim vê carê Rûsya wê li hincetan negere.”
Berîya peyaman Zelensky, Trump jî bi rêya Truth Socialê destekê dabû pêşnîyaza hevdîtîna li Tirkîyeyê.
Trump wiha nivîsîbû: “Ukrayna divê vê qebûl bike. DIVÊ TAVILÊ QEBÛL BIKE. Qet nebe ew ê bikaribin biryarê bidin ka peymanekê pêkan e an na, û eger ne pêkan be, lîderên ewrûpî û DYA wê derbarê posîzyonên alîyan de her tiştî bizanibin û li gorî wê gav bavêjin.”
Li alîyekî din, hevalbendên ewrûpî derbarê pêşnîyaza Putîn de zêde dilxwaz zuya nakin.
Serokê Fransayê Emanuel Macron di daxwaza xwe ya agirbesteke berîya hevdîtînan de israr dike.
Qesra Elyseeê di daxuyanîya xwe ya roja yekşemê de cî da pêdîvîya agirbestekê.
Infowelat
————————————————
Foto: