Aştîya Ukraynayê: Hevdîtin li Stenbolê di asta nizm de dest pê dikin

A.Rahman Çelîk

Hevdîtinên aştiya Ûkraynayê li Stenbolê dest pê dikin.

Beriya civînê hêvî ev bû, serokên Rûsya, Amerîka û Ûkraynayê wê lûtkeya lîderan pêk bînin.

Lêbelê Vladimir Putin nehat Stenbolê û Donald Trump jî li Qeterê ma.

Hevdîtinên aştiyê yên Ukraynayê li Tirkîyeyê dest pê dikin.

Beriya rûniştînê hêviyeke mezin pêk hatibû ku hevdîtin wê di asta lîderan de pêk were.

Dihat payîn ku serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn wê biçe Stenbolê.

Donald Trump ji Qeterê gotibû, eger Vladimir Putin biçe Stenbolê, ew ê jî rêya xwe biguherîne û berê xwe bide Stenbolê.

Lêbelê serokê Rûsyayê Vladimir Putin neçû Stenbolê û loma jî îhtimala zîrweyê jî ji holê rabû.

Heyeta Rûsyayê ya di bin serokatiya şêwirmend Vladimir Medinsky ji bo hevdîtinan hat Stenbolê.

Hevdû sûcdar kirin

Ûkraynayê destnîşan kir ku “Rûsya bi heyeteke di asta xapandinê de beşdar dibe.”

Li ser vê yekê, berdevka Rûsyayê Maria Zaxarovayê serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky wekî “qeşmer” pênase kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê George Tykhyi jî destnîşan kir ku serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji muzakereyê direve.

Li ser vê daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov jî serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky wekî yekî belengaz û kuklayê Brîtanyayê pênase kir.

Pê re jî, berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov li ser babetê diyar kir ku dîroka muzakerayan ne diyar e û Kîewê hîna wê kê Ûkraynayê temsîl bikin zelal nekiriye.

Foto: Stenbol/Wikipedia

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …