Li Almanyayê careke din îşaretên krîza sîyasî derketin holê.
Namzetê hikumeta koalisyonê Friedrich Merz di dengdana di parlamentoyê de bi ser neket
Hilbijartina serokwezîriyê ma tûra duyem.
Li Almanyayê hikûmeta nû ya koalîsyonê îroj bi awayê fermî wê dest bi kar bikira.
Parlamentoya Federal Bundestag ji bo lîderê CDU’yê Friedrich Merz wekî serokwezîr tayin bike li hev civiya.
Bes Friedrich Merz di tûra ewil de, têra serokwezîriyê deng bi dest nexist.
Merz lê belê tenê 310 deng ji wekîlên Parlamentoya Federal girt.
Friedrich Merz ji 630 kursiyên parlamentoyê, lazim bû 316 deng wergirta.
Di dengdana îroj de, 307 parlementeran dengên “na” dan û 3 parlementer xwe bêalî man.
Li Almanyayê yekem car e ku namzetekî serokwerzîriyê di tûra ewil de têra hilbijartinê deng wernegirt.
Di navbera 14 rojên bê de heta serokwezîr bê hilbijartin, dengdan wê werin lidarxistin.
Eger Friedrich Merz careke din nebe namzet, koalîsyon wê namzetekî din pêşniyar bike.
Infowelat
—————————————-
Foto: Friedrich Merz