Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk

Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir.

Li aliyê din, zordariya Îsraîlê ya li ser Xezayê jî dewam dike.

Îsraîl pêşdeçûna li nava Sûriyê dewam dike.

Hêzên Îsraîlê li devereke din a Quneytirayê bi tank û wesayîtên leşkerî derbasî nav xaka Sûriyeyê bûn.

Balafirên şer ên Îsraîlê jî li qada hewayî ya Quneytira û gundewarê Derayê geriyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê doh derbasî gundê Um El Îzam ê gundewarê Quneytirayê bûne û li nêzî gund rêbendeke kontrolê danîne.

SOHR dibêje hêzên Îsraîlê nasnameyên welatiyan kontrol kirine.

Serfermandarê artêşa Îsraîlê Eyal Zamir çû serdana hêzên Îsraîlê yên li Sûriyeyê û wiha axivî:

“Ji ber têkçûn û jihevketina rewşa hundirîn a Sûriyê, artêşa Îsraîlê hin xalên stratejîk ên Sûriyê kontrol kirine.

Zamir got, Îsraîl  ji bo xwe biparêze, li Sûrîyeyê nuqteyên stratejîk kontrol dikin.

Zordarî li Xezayê berdewam e

Zordariya Îsraîlê ya li ser Xezayê jî dewam dike û sûcên li dijî sivîlan bêceze dimînin.

Artêşa Îsraîlê, meha borî li konvoyeke xebatkarên tendurustiyê xistibû û 15 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî û heyva sor ên Filîstînê kuştibûn.

Îsraîlê encama lêpirsîna li ser babetê bi daxuyaniyekê belav kir.

Artêşa Îsraîlê dibêje “hin xeteyên operasyonel” û “binpêkirina fermanan” bûye sedem.

Artêşê ji ber vê êrişê  cîgirê fermandarû yekîneyekê ji wezîfeyê daxistine.

Hevya sor a Filîstînê vê daxuyaniyê red kir û got Îsraîl bi awayekî sîstematîk sûcan pêk tîne.

Binyamîn Netanyahû dibêje heta ku Hamas ji holê ranebe, hemû rehîne serbest neyên berdan û îhtimala ku Xeza di pêşerojê de bibe xetere ji holê ranekin, wê şer bi temamî nedin sekinandin.

Li aliyê din, Îsraîlê di van demên dawîn de êrîşên li ser Xezayê zêde kiriye.

Wezareta Tendurustiya Xezayê dibêje di du rojên dawîn de, Îsraîlê herî kêm 92 Filîstînî kuştin û zêdetirî 200 Filîstînî jî birîndar kirin.

——————————————————–

Foto: Wesayîteke Îsraîlê ya li başûrê Sûrîyeyê 

The Economist: Îsraîl û Tirkîye reqîbên hev in

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …