Hîndistan êriş bir ser Pakistanê

Alozîya li Keşmîrê veguherî şerê çekdarî ya di navbera Hîndistan û Pakistanê de.

Hîndistan êriş bir ser Pakistanê û Keşmîra di bin îdareya vî welatî de.

Di êrişê de 26 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.

Hîndistanê li Pakistan û herêma Keşmîrê ya di bin îdareya Pakistanê de êrîşên hewayî pêk anî.

Pakistanê ragihand ku 26 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.

Hîndistanê jî destnîşan dike ku wan li 9 nuqteyan xistine.

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa Hindistanê wekî “êrîşa tirsonekan” rave kir û diyar kir ku wê bêyî şikbariyekê bersivê bidin.

Pakistan îdîa kir, pênc balafirên Hîndistanê di êrişê de hatine xistin.

Hindistanê ji bo êrişê kuştina 26 tûrîstan a li Keşmîra di bin kontrola xwe hincet nîşan dide.

Êriş di 22yê nîsanê de ji alîyê rêxistinên îslamî yên ji bo rizgarîya Keşmîrê şer dikin, hatibû pêkanîn.

Hîndistan Pakistanê bi piştevaniya milîtanên ku vê êrîşê pêk anîne tawanbar dike.

Mesele alozîya li Keşmîrê ye

Keşmîr piştî avakirina Hîndistan û Pakistanê, di 1949an de di navbera herdu welatan de bûbû meseleyeke aloz.

Her du welat Keşmîrê di navbera hev de parve kiribûn û bi vî awayî rê li ber serxwebûna welêt girtibûn.

Hîndistan û Pakistan ji ber vê alozîyê heta niha sê caran bi hev re şer kirin.

Alozî bi biryareke Parlamentoya Hîndistanê ya di salên dawî de careke din mezin  bû.

Parlamentoya Hîndistanê di 6 tebaxa 2019an de statuya otonomîyê ya eyaleta Keşmîrê betal kir.

Ji wê rojê şûn ve alozîya li vî welatê li bakurê Hîndistanê derket asteke herî bilind.

Infowelat

———————————————-

Foto: Balafireke şer ê Hîndistanê/Hindustan Times 

Dadgeha Hîndistanê pêşî li otonomiya Keşmîrê girt

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …