Almanya wê Eurofighter bifiroşe Tirkîyeyê?

Gelo Almanya dixwaze bazirganiya çekan a bi Tirkiyê re wekî berê bidomîne?

Hikumeta alman ragihand, di meseleya biryara firotina Eurofighter a ji bo Tirkîyeyê ji hikumeta nû re bihêle.

Piştî girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, hatibû destnîşankirin ku rêveberiya Almanyayê dixwaze firotina balafirên şer ên Eurofighteran bide sekinandin.

Wezareta Aboriyê ya Almanyayê derbarê mijarê de wiha axivî: “Nûçeyên di çapemeniyê de hatine belavkirin ku dibêjin Hikûmeta Olaf Scholz firotina Eurofighteran a Tirkiyê veto kiriye, rastiyê nîşan nadin”.

Daxuyanîya wezaretê wiha dom kir: “Biryarên girîng ên di der barê îxracata berhemên parastinê de wê ji aliyê hikûmeta nû ya ku meha pêşiyê dest bi kar bike, bê dayîn.”

Ev daxuyanî tê vê wateyê ku hikûmeta heyî di meseleya sekinandina firotina sîlehan de, berpirsiyariyê davêje ser hikûmeta bê ya Friedrich Merz.

Tirkiye dixwaze ji Almanyayê 40 balafirên şer ên Eurofighter Typhoon bikire.

Infowelat

———————————————-

Foto: Balafira şer a Eurofighter 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …