Hikumeta federal a Almanyayê ava dibe

A.Rahman Çelîk

Li Almanyayê hikûmeta nû ava dibe.

Li gorî peymana koalisyonê, kabîneya ji 17 endaman pêk tê.

CDU û SPD wê her yek bi 7 endaman û CSU jî wê 3 endaman di hikumetê de cî bigirin.

Li Almanyayê hikumeta nû wê di meha gulanê de dest bi kar bike.

Partiyên Yekîtiya Xirîstiyanan CDU/CSU û Partiya Demokratên Sosyal wê hikûmeta koalisyonê pêk bînin.

Li gorî peymana koalisyonê, kabîneya ji 17 endaman pêk.

CDU û SPD wê her yek bi 7 endaman û CSU jî wê bi 3 endaman di hikumetê de cî bigirin.

Partiya Yekîtiya Xirîstiyanên Demokrat CDUyê wezîrên xwe yên wê di kabîneyê de cî bigirin, eşkere kirin.

Hat ragihandin ku wê li şûna Annalena Baerbockê de Johann Wadephulê bibe Wezîrê Karên Derve.

Ji serê 60 salan ve ye, cara yekem kesekî CDUyî dibe Wezîrê Karên Derve.

Li şûna Robert Habeck, Katherina Reiche wê wekî Wezîra Aborî û Enerjiyê cî bigire.

Wezîra Eyaleta Schleswig-Holsteinê Karin Prien wê wekî Wezîra Perwerdehî û malbatê, parlementer Patrick Schnieder wekî Wezîrê Ragihandinê û parlementer Nîna Warken jî wê wekî Wezîra Tendurustiyê kar bikin.

Karsten Wildberger jî wê bibe Wezîrê Dijîtalbûn û Modernîzasyona Dewletê ya ku nû hatiye sazkirin.

Wildberger serokê Lijneya Rêveberiya Şîrketa Cecenomy ya ku Media Markt û Saturnê di nav xwe de dihewîne.

Siyasetmedarên CDUyî Serap Guler û Gunter Krichbaum wê wekî wezîrên Ji Karên Derve Berpirs kar bikin.

Li gorî proseyê, serokwezîriya Friedrich Merz wê di 6ê gulanê de wê bê pesendkirin.

Partiya SPD jî wê endamên xwe rojên pêş eşkere bike.

Foto: Ala Almanyayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …