Friedrich Merz di dengdana duyemîn de bû serokwezîrê Almanyayê.
Bi vê encamê, li Almanyayê derî li krîzeke sîyasî hat girtin.
Serokwezîrê nû yê Almanyayê êdî Friedrich Merz e.
Parlamentoya Federal a Almanyayê ji bo Merz duh cara duyemîn dengdanekê li dar xist.
Encama dengdanê rêya serokwezîrîyê li Friedrich Merz vekir.
Berîya vê jî dengdanek hatibû lidarxistin lê Merz di dengdanê de bi ser neketibû.
Ji 630 wekîlên parlamentoyê 310 wekîl dengên xwe dabûn Merz.
Bi vî awayî, cara yekemîn li Almanyayê namzetekî serokwerzîriyê di tûra ewil a dengdanekê de nehatîbû hilbijartin.
Merz serokê Yekîtiya Xirîstiyanan CDU/CSU ku partîya wî di hilbijartina sibata 2025an de 29 ji % dengan girtibû.
Bi vê encamê, CDU/CSU bûbû partîya yekemîn û mafê avakirina hikumetê bi dest xistibû.
Piştî hevdîtinên dirêj ên koalîsyonê partîyên alman ji bo hikumeteke federal li heb kiribûn.
Infowelat
————————————————-
Foto: Parlamentoya Federal a Almanyayê Bundestag