Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

Konferansa Romayê: Azadîya Ocalan ji bo çareserîyê şert e

Konferansa navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Meseleya Kurd re Çareserîya Polîtîk 11-12yê nîsanê de li Romayê hat lidarxistin. Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) malovaniyê ji konferansê kir û ji welatên cuda li derdora 300 kes tevlî bernameyan bûn. Konferansa Navneteweyî ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji …

Bêtir »

Amerîka bi Îranê re muzakereyên nukleerê dike

Amerîka û Îran muzakereyên nukleer dewam dikin. Tûra yekemîn dawiya hefteyê li Ûmmanê hat kirin. Tûra duyemîn wê li paytext Romayê pêk were. Amerîka û Îran hevdîtinên peymana nukleer ên li Ûmmanê dan destpêkirin wê li paytext Roma ya Îtalyayê dewam bikin. Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Caspar Veldkamp di …

Bêtir »

Hikumeta Almanyayê tê damezrandin

Li Almanyayê piştî 45 rojan hikumeta federal li hev kirin. CDU/CSU û SPDê di encama muzakereyan de ji bo koalisyonê li hev kirin. Li Almanyayê Partiyên Yekîtiya Xrîstiyan CDU/CSU û Partiya Demokratên Sosyal SPDê ji bo damezrandina koalîsyona federal li hev kirin. Heyetên di bin serokatiyên lîderê Partiya Yekîtiya Xrîstiyanên …

Bêtir »

Meclîsa Parlamenteran Tirkîyeyê şermezar kir

Meclîsa Parlamenteran A Konseya Ewrûpayê (MPKE) bi hinceta li ser Tirkiyeyê civînîneke awarte lidarxist. Meclîsa fikarên xwe îfade kirin û hikumeta Enqereyê bi tundî rexne kirin. Meclîsa Parlamenteran A Konseya Ewrûpayê (MPKE) bi hinceta “mijara lezgîn” li ser Tirkiyê civîn li dar xist. Girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û zordariya …

Bêtir »

The Economist: Îsraîl û Tirkîye reqîbên hev in

The Economistê li ser ragêşîya Îsraîl û Tirkîyeyê gotarekê weşand. Kovar dibêje, “Tirkiye û Îsraîl li Sûriyê dibin reqîbên kuştina hev.” Kovara The Economistê ya brîtanî li ser mijara ragêşîya Tirkiye û Îsraîlê bi sernavê “Tirkiye û Îsraîl Li Sûriyê Dibin Reqîbên Kuştina Hev” gotarek weşand. Li gorî analîzê, pêşdeçûnên …

Bêtir »

Ewrûpa ji bo şerê bazirganîyê bê biryar e

Komîsyona Ewrûpayê ji bo şerê bazirganîyê Amûra Sekinandina Zordarîyê amade kir. Lêbelê ji ber mixalefeta hin welatan komîsyonê nikare vê derfetê li hemberê Amerîkayê bi kar bîne. Îtalya û Îrlanda fikar dikin, wê şerê bazirganîyê yê bi Amerîkayê re zirareke mezin bide aborîya wan. Yekitîya Ewrûpayê (YE) nîqaşa li ser …

Bêtir »

Îsraîl baregehên Sûrîyeyê bombebaran kirin

A.Rahman Çelîk  Balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anîn. Li paytext Şam, Hums û Hemayê li hedefan xistin. Di êrişên Îsraîlê yên li hemberê Xezayê jî 56 kes hatin kuştin. Balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên Sûriyê êrîşên hewayî pêk anîn. Balafiran paytext Şam, bajarên Hums …

Bêtir »

Tetbîqatên mezin li Ewrûpa û Pasîfîkê dest pê kirin

A. Rahman Çelîk  Rageşiya di nava hêzên cîhanê de dibe sedema tetbîqatên leşkerî. Li parzemînên Ewrûpa û Asyayê tetbîqatên mezin tên lidarxistin. Li Deryaya Reş NATO û li nêzîka Taywanê Çîn tetbîqatê li dar dixin. 12 welatên NATOyê li ser Çemê Tunayê û peravên Deryaya Reş ên Romanyayê dest bi …

Bêtir »

Amerîka û Ewrûpa Tirkîyeyê hişyar kirin

A. Rahman Çelîk Mudaxeleyên çalakiyên protestoyên li pêyî girtina Şaredarê Stenbolê Îmamoglû rastî reaksiyonên navneteweyî tê. Brîtanya û Fransayê hişyariya demokrasiyê dan, Amerîkayê îşaretê bi bêîstikrariya Tirkiyeyê kir. Brîtanya û Fransayê di der barê girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û mudaxeleyên çalakiyên protestoyê bertek nîşanî desthilata Tirkiyê dan. Herdu welatan …

Bêtir »

Konferansa EUTCCyê li Brukselê dest pê kir

Konferansa Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) li Brukselê dest pê kir. Di roja ewil a konferansê de gelek beşdarên naskirî li ser meseleya kurd dîtinên xwe îfade kirin. Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) ji konferanseke din re malovanîyê kir. Konferans di 26-27ê adarê de li Parlamentoya …

Bêtir »

Rûsya û Ukrayna ji bo bazirganîya deryayî li hev kirin

Rûsya û Ukrayna li ser agirbesteke dorteng li hev kirin. Bi agirbestê, pêşîya bazirganîya bi rêya deryayê tê vekirin û êrîşên li hember binesazîya enerjîyê tê rawestandin. Amerîka û Rûsyayê li paytext Riyada Erebistana Siûdî ji bo Ûkraynayê hevdîtin pêk anîn. Bi agirbestê, pêşîya bazirganîya bi rêya deryayê tê vekirin …

Bêtir »

Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir. Almanyayê got, girtina Şaredarê Stenbolê nayê qebûlkirin û ew vê kiryarê bi fikar dişopîne. Rojnameya Le Soirê nivîsî, “Tirkîye hevalbendekî ne-lîberal e” û polîtîkaya Yekitîya Ewrûpayê rexne kir. Nerazîbûnên li dijî girtina Şaredarê Stenbolê Îmamoglu li cîhanê berfireh …

Bêtir »

Derya Reş mijara hevdîtinên Amerîka-Rûsyayê ye

Amerîka û Rûsya li Riyadê dest bi muzakereyên teknîkî kirin. Mijarake sereske ya hevdîtinan bazirganîya zad a bi rêya Deryaya Reş e. Moskowê di 2022an de ji Peymana Zad a bi Ukraynayê re vekişîyabû. Muzakereyên aştiya Ukraynayê li paytex Erebistana Siûdî berdewam dikin. Amerîka û Rûsyayê niha jî dest bi …

Bêtir »