Şer li Ewrûpayê 80 sal berê bi dawî bû

Di 8ê gulana 1945an de Wehrmact (Artêşa Almanyayê) teslîm bû û Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû.

Têkçûna Almanyaya Nazî dengên çekan li Ewrûpayê birî û destûrê da vê parzemînê birînên xwe bipêçe.

Li derdora 60 milyon kes jîyana xwe ji dest dan ku 6 milyon ji wan cîhû bûn.

8ê gulanê roja salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn e.

Di 8ê gulana 1945an de Wehrmact (Artêşa Almanyayê) teslîm bû.

Têkçûna Almanyaya Nazî dengên çekan li Ewrûpayê birî û destûrê da vê parzemînê birînên xwe bipêçe.

Berîya vê, artêşên faşîst ên alman û îtalyan li hemû enîyan hatin têkbirin.

Artêşa Sor a Yekitîya Sovyetê anî ber hilweşînê û paytext Berlînê dorpêç kir.

Amerîka û Brîtanya tevlî hevalbendên xwe ji bakurê Fransayê ajotin ser Almanyayê û heta gihiştin ber Çemê Elbeyê.

Heman tifaqa di bin pêşengîya Amerîkayê de Îtalyaya faşîst têk bir.

Mussolînîyê ku lîderê Îtalyayê bû, di 25ê gulanê de ji alîyê hêzên şoreşger ve hat girtin û hat kuştin.

Lîderê Nazî Adolf Hîtler ji kerba bêçaretîyê di 30ê gulanê de xwe kuşt.

Şerê Cîhanê yê Duyemîn di 1ê îlona 1939an de bi êrişa Almanyayê a bi ser Polonyayê ve dest pê kir.

Almanya di çend salên ewil de ji peravên Atlantîkê heta ber derîyê Moskowê hema hema hemû Ewrûpayê dagir kir.

Lêbelê Yekitîya Sovyetê û Brîtanya li hemberê Almanyayê bi serfirazî di ber xwe dan.

Amerîka tevlî hevalbendên xwe di 1943an de Îtalyayê dagir kir û di 1944an de jî heman tifaq hêzêke giran şand Normandîyaya Fransayê.

Bi tevlîbûna Amerîkayê dor li Almanyayê teng bû û rejîma Nazî di bihara 1945an de hilweşîya.

Encamên Şerê Cîhanê yên Duyemîn

Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi windahîyên giran ên însanî û materyal derbasî dîrokê bû.

Li derdora 60 milyon kes jîyana xwe ji dest dan ku 6 milyon ji wan cîhû bûn.

Bi sedan bajar tevlî bi dehezaran wargehên din hatin hilweşandin.

Bi dehan milyon mirov terka cîûwarên xwe kirin û dan ser rêyên penaberîyê.

Sîstema komunîst û ya lîberal

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewrûpayê di navbera du sîstemên mezin de hat parvekirin.

Welatên li rojhilatê Ewrûpayê ketin bin kontrola rejîma komunîst a Moskowê.

Amerîka û welatên li rojava û başûrê Ewrûpayê pergala lîberal ava kirin.

Demokrasîyên lîberal di bin banê tifaqa leşkerî NATOyê de kom bûn.

Sovyetê jî bi Pakta Warşovayê tifaqeke leşkerî ava kir.

Bi destpêka salên 1950an di navbera her du bloqên mezin de Şerê Sar dest pê kir.

Ev jî heta hilweşîna bloqa komunîst a di bin kontrola Sovyetê de ya di 1989an de berdewam kir.

Infowelat

——————————————-

Foto: Artêşa Sor ala Sovyetê li ser Parlamentoya Alman Reichtagê ve diçikînin. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …