Mesrefa ji bo mîlîtarîzmê li cîhanê zêde bû

Dinya par ji bo parastinê 2.7 trilyon dolar mesref kir.

Ev jî ji 9.4 ji % ji lêçûyînên leşkerî yên sala 2023an zêdetire.

Mesrefên leşkerî di 2024an de li cîhanê derket asteke herî bilind.

Welatên cîhanê 2.7 trilyon dolar ji bo artêşên xwe mesref kirin.

Ev jî ji 9.4 ji % ji lêçûyînên leşkerî yên sala 2023an zêdetire.

Par 100 welat ji 2023an zêdetir mesrefê li parastinê kirin.

Daneyên dawî ji alîyê Enstituya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) ve hat ragihandin.

Ewrûpa mîlîtarîze dibe

Li Ewrûpayê di vî warî de Almanya, Polonya û Swêd welatên li pêş in.

Almanya par 88.5 milyar dolar ji bo artêşa xwe mesrefê kir.

Ev hejmar 28 ji % ji sala 2023an zêdetir e.

Herçî Polonya ye, ew jî li gorî du sal berê 31 ji % zêdetir pere ji bo artêşê terxan kir.

Swêdê bi nasnameya xwe ya aştîxwazîyê dihat naskirin, par li gorî 2023an 34 ji % zêdetir mesrefên leşkerî kirîye.

Ukraynaya ev sê sal in di nava şer de ye, li cîhanê bûye welatê yekemîn di warê rêjeya mesrefên leşkerî de.

Ukraynayê di 2024an de 34 ji % Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî (HNS) ji parastinê re mesref kir.

Li parzemînên cîhanê û li Rojhilata Navîn mesrefên leşkerî/SIPRI

Amerîka, Çîn û Japonya

SIPRI dîyar dike, Amerîka wekî berê li cîhanê yekemîne di warê mesrefên leşkerî de.

Amerîkayê par 997 milyar dolar ji bo hêzên xwe yên leşkerî mesrefê kirîye. .

Qismekî zêde ya vî pereyî li nûkirina çekên nukleer ên welêt hatine mesrefkirin.

Çîn bi 314 mîlyar dolarî, par bi dûv Amerîkayê bû welatê duyemîn a di vê mijarê de.

Japonya ku welatekî din Asyayê ye, par 21 ji % butçeya leşkerî zêde kir.

Japonyayê 55 milyar dolar ji bo artêşa xwe mesref kir.

Îsraîl li Rojhilata Navîn bû welatê yekemîn di warê mesrefên leşkerî de.

Îsraîlê butçeya leşkerî ji 46.5 milyar dolarî derxist 65 milyar dolarî.

Infowelat

——————————————–

Foto: Tankeke Leopard a Almanyayê 

Mesrefên mîlîtarîzma global giran dibe

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …