Îsraîl êrişên li ser Îranê girantir dike

Şerê Îsraîl û Îranê di roja çaremîn de bi êrişên her du alîyan berdewam dike.

Îsraîlê ragihand heta niha 5 kes hatine kuştin û 92 kes birîndar bûne.

Îranê radigihîne, 224 welatîyên wê hatine kuştin û 1200 kes birîndar bûne.

Şerê Îsraîl û Îranê di roja çaremîn de bi êrişên her du alîyan berdewam dike.

Îsraîl bomberana xwe ya li Îranê ber bi hedefên nû berfireh kir.

Balafirên Îsraîlê vê carê jî tesîsên enerjîyê yên krîtîk bombebaran dikin.

Îsraîl dixwaze bi vî awayî hem jîyana civakê dijwar bike hem jî kapasîteya bersivdayîna Îranê lawaz bike.

Netanyahu hêvî dike civaka Îranê ji ber xerabûna rewşê rejîma Îranê berpirsiyar nîşan bide.

Di vê navberê de Îranê jî êrişên fuzeyên menzîl dirêj ên li hemberê Îsraîlê zêde dike.

Fuzeyên Îranê piranî li taxên sivîl ên Tele Avîvê dikevin û dibin encama hilweşîn û windahîyên sivîl.

Îsraîlê ragihand heta niha 5 kes hatine kuştin û 92 kes birîndar bûne.

Di êrişeke dawî de fuzeyeke Îranê li tesîsa enerjîyê ya li bajarê Hayfayê ket.

Tevî vê jî,  windahîyên Îranê ji yên Îsraîlê qat bi qat zêdetir in.

Îranê radigihîne, heta niha 224 kes hatine kuştin û 1200 kes birîndar bûne.

Fikarên rejîma Îranê

Li alîyekî din, fikarên rejîma Îranê ji ber bêdengîya qada navneteweyî bilind dibe.

Rejîm gav bi gav giranbûna êrişa Îsraîlê ji bo xwe wekî mijareke eman nemanê dibîne.

Îranê bang li welatên Ewrûpayê kir zext Ii Îsraîlê bikin da ku êrişên xwe bisekinîne.

Wezareta Karên Derve yê Îranê vi daxuyanîyê da:

“Almanya, Fransa û Îngilistan divê bi eşkereyî rejîma sîyonîst şermezar bikin, bi taybetî jî divê vê yekê ji tesîsa nukleer Netenzê bikin.

Infowelat

———————————————

Foto: Dîmeneke ji Tehranê ya piştî bomberanê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …