Tom Barrack: QSD mitefîkê Amerîkayê ye

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack li ser pêşdeçûnên Sûriyê û herêmê bersiv da çapemeniya tirk.

Tom Barrack got, “QSD mutefîkê me ye. Bila bê fêmkirin ku em destegê didin mutefîkên xwe.”

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack li ser pirseke çapemeniya tirk a nêzî desthilata AKP-MHP’ê, ya ku dibêje “Amerîka kengî wê bêje êdî pêdiviya me bi QSDê tune ye” got: “Herkes divê di hêviyên xwe de maqûl bin.”

Nûnerê Amerîkayê pê re jî got: “QSD ji bo Kongreya me mutefîkeke girîng e. Destega em didin QSDê bila bê maneya ku em destegê didin mutefîkekî.”

Tom Barrack ev yek jî destnîşan kir ku wê baregehên xwe yên li herêmê kêm bixin, hejmara baregehan dawiya dawîn ji 8an wê daxin yekê.

Peymana Sykes-Picotê

Nûnerê Amerîkayê li ser bibîrxistina Peymana Sykes-Picotê jî wiha axivî:

“Vê peymanê Sûriye û vê herêma berfireh ne ji bo aştiyê, bes ji bo berjewendiyên emperyal ji hev parçe kiriye.”

Barrack di domahîkê de got: “Ev peyman bû sedema ku gelek nivş wenda bibin. Lewma, em careke din vê yekê nakin.”

Hêjayî gotinê ye, Peymana Sykes-Picot dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê, bi awayê veşartî, di navbera Brîtanya û Fransayê de hatibû îmzekirin.

Bi vê peymanê Kurdistan jî tê de, sînorên welatên li herêmê hatibû çêkirin.

Foto: Tom Barrack 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …