Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof duh ji karê xwe îstifa kir.
Loma jî hikumeta Holandayê ya ji çar partîyan pêk dihat, hilweşîya.
Meseleya penaberîyê sebeba krîza dawî ya sîyasî ye.
Hikumeta Holandayê ku çend meh berê hatiubû damezrandin, hilweşîya.
Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof duh daxwaznameya îstifayê pêşkêşî Kral Willem-Alexander kir.
Sebeba vê krîza sîyasî, vekişîna partîya rasta radîkal Partiya Azadiyê (PVV) ji koalîsyonê ye.
Lîderê vê partîyê Geert Wilders meseleya penaberîyê ji bo vekişîna partîya xwe hincet nîşan da.
Lîderê rasta radîkal gotibû, ji ber partîyên koalîsyonê polîtîkaya radîkal a penaberîyê qebûl nekirine, ew ê hemû wezîrên xwe ji hikumetê vekişîne.
Serokwezîr Schoof sebeba hilweşîna hikumetê rexne kir û biryara Wilders ‘ji berpirsîyê dûr û ne hewce” nîşan da.
PVV di hilbijartinên 2023an de li Holandayê de bûbû yekemîn.
Ji ber helwesta li hemberê nîjadperestîya Wilders, hikumet di bin serokwezîrîya Dick Schoof de hatibû damezrandin.
Tevgera Welatîyên-Cotkar (BBB), Kontrata Civakî ya Nû (NSC) û partîya lîberal-mihefazakar VVD tevl, koalîsyonê bûbûn.
Wilders ji koalîsyonê çi dixwaze?
Geert Wildersê antî-penaber û antî-îslamîst dixwest bernameyeke penaberîyê ya ji 10 xalan pêk dihat bi hikumeta koalîsyonê bide qebûlkirin.
Naveroka vê polîîtîkayê bi kurtahî wiha ye:
- Bi awayekî radîkal kêmkirina hejmara penaberan û penaxwazan
- Erkdarkirina artêşê ji bo kontrola sînoran û li ser sînoran paşveşandina penaxwazan
- Girtina navendên hewandina penaberan
Infowelat
———————————————-
Foto: Geert Wilders