Trump ji Îranê daxwaz kir teslîm bibe

Serokê Amerîkayê ji Îranê daxwaz kir, “bêyî şertûmerc teslîm bibe.”

Donald Trump piştî civîna bi tîma xwe ya ewlekarîyê re ji çapemenîyê re axivî.

Îsraîl û Amerîka di alozîya dawî ya bi Îranê re hedefên xwe mezin dikin.

Serokê Îsraîlê Netanyahû di rojên dawî de qala hilweşîna rejîma Îranê dike.

Trump jî bi daxuyanîyeke surprîz destekê da Îsraîlê.

Serokê Amerîkayê ji Îranê daxwaz kir, “bêyî şertûmerc teslîm bibe.”

Donald Trump piştî civîna bi tîma xwe ya ewlekarîyê re ji çapemenîyê re axivî.

Trump got, ew li bendê ye bêyî ku midaxaleya Amerîkayê pêwîst bibe, bernameya nukleer a Îranê bê hilweşandin.

Paşê jî Trump di tora medyaay civakî Truth Socialê de li ser lîderê dînî yê Îranê wiha nivîsî:

“Em dizanin, “Lîderê Dînî” li ku derê xwe vedişêre. Ew hedefeke hêsan e lêbelê li wir di ewlehîyê de ye. Em ê wî nekujin, qet nebe niha em ê vê nekin.”

Berîya van gotinan jî, gelek balafirên şer ên Amerîkayê ber bi Ewrûp û Rojhilata Navîn hereket kirin.

Ev geşedan nîşan didin, Amerîka bi bayê bezê tevlî alozîyê dibe û li cem Îsraîlê ciyê xwe digire.

Hêjayî gotinê ye, serokê Amerîkayê berîya bername bi dawî bibe terka Lûtkeya G7an a li Kanadayê kiribû.

Hatibû ragihandin, terka jinişkave ya civînê ji ber nakokîya derbarê alozîya dawî ya Îsraîl-Îranê ye.

Îran derbeyeke giran xwar

Îsraîl di 13yê hezîranê de bi 200 balafirên şer êrişeke giran biribû ser Îranê.

Ji wê rojê û vir ve 11 fermandarên payebilind ên hêzên leşkerî yên Îranê hatin kuştin.

Di serî de santrala nukleer a Netenz, gelek tesîsên krîtîk ên Îranê hatin bombebarankirin.

Îsraîlê sîstema parastina hewayî ya Îranê bê tesîr kir û seheya hewayê kir bin kontrola xwe.

Infowelat

—————————————————-

Foto: Donald Trump 

Îsraîlê êrişeke hewayî bir ser Îranê

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …