Rûsya û Ukrayna hêsîr pevguhertin

Rûsya û Ukraynayê careke din hêsîr pev guhertin.

Ne Moskow û ne jî Kîewê hejmara pevguhertinê eşkere nekirin.

Rûsya û Ukraynayê merhaleya yekemîn a pevguhertina hêsîran temam kirin.

Biryara pevguhertin di çarçoveya peymana 2yê hezîranê ya li Stenbolê hatibû dayîn.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky pê re jî destnîşan kir ku di rojên pêş de, pevguhertin wê bi çend merhaleyan dewam bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî pevguhertin piştrast kir, lê ne Rûsya û ne jî Ûkraynayê di der barê pevguhertinê de hejmar nedan.

Rûsyayê dawiya hefteyê diyar kiribû ku Ukrayna li gorî peymanê tev nagere û pevguhertinê dereng dixe.

Kîew tawanbariyan red dike, serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky li beramber Rûsyayê bi “lîstikên siyasî û zanistî yên qirêj” tawanbar dike.

Infowelat

———————————————-

Foto: Leşkerên ukraynî yên serbest hatin berdan. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …