A. Rahman Çelîk
Hewldanên ji bo aştiya Ukraynayê piştî binketina li Stenbolê dewam dikin.
Trump, Putin û Zelensky bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn.
Trump îddia kir ku muzakereyên di navbera Rusya û Ukraynayê de wê tavilê dest pê bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê Ûkraynayê, bi serokê Rusyayê Vladimir Putin û Ukraynayê Volodimir Zelensky re hevîtin pêk anî.
Hevdîtin bi qasî du saetan dewam kir.
Li pêyî hevdîtina telefonê, serokê Rusyayê Vladimir Putin diyar kir ku bi serokê Amerîkayê Donald Trump re li hev kirine, wê ji bo peymaneke pêkan a aştiyê, tevî Ûkraynayê bixebitin.
Tevî vê yekê Moskowê bang li Kîewê kir, daxwaz kir ku leşkerên xwe ji herêmên başûr û rojhiêlat ên di dawiya sala 2022’yan de îlheq kirine, bikişînin.
Donald Trump jî destnîşan kir ku hevdîtina telefonê gelekî baş derbas bûye.
Trump îddia kir ku muzakereyên di navbera Rusya û Ukraynayê de wê tavilê bên destpêkirin.
Zelensky ji bo aştîyê dilezîne
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî di medyaya civakî de bang li Amerîkayê kir, daxwaz kir ku xwe ji muzakereyên aştiyê dûr nexîne.
Volodimir Zelensky got wî ji Trump re gotiye ku ew amade ne bi Rusyayê re muzakereyên rasterast ên encamê bidin pêk bînin.
Volodimir Zelensky pê re jî got: “Hewcedarî bi qanihkirina me tuneye. Ji xwe em qanih bûne, ya divê bê kirin, ji bo hevdîtinên manedar Rûsya bê qanihkirin.
Pevguherandina êsîran
Li aliyê din, şêwirmendê polîtîkaya derve ya Kremlînê Yurî Ushakov diyar kir ku Amerîka û Rûsya li ser pevguhertina hêsîran dixebitin.
Yurî Ushakov pê re jî destnîşan kir ku dema hevdîtina telefonê, Putîn û Trump li ser plana ku 9 girtîyan bi hev re biguherin, nîqaş kirine.
Lêbelê kîjan girtî wê bên pevguhertin hîna nehatiye zelalkirin.
Foto: Zelensky, Putin û Trum/Medya Haber