Îsraîl piranîya Xezayê dagir kir

A.Rahman Çelîk

Îsraîl gav bi gav Xezayê dagir dike.

75 ji %  Xezayê êdî di bin kontrola Îsraîlê de ye.

Li alîyekî din, di 24 saetên dawî de zêdetirî 100 hedefên li Xezayê xist.

Îsraîlê hemû leşkerên xwe yên peya û tankan sewqî Xeta Xezayê kir.

Artêşa Îsraîlê heta niha ji 75 ji % Xeta Xezayê xistiye bin kontrola xwe.

Hefteya borî serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû gotibû wê kontrola temamê Xeta Xezayê têxin destê xwe.

Îsraîl tevî dagirkirinê, êrişên li ser Xezayê jî didomîne.

Dawiya hefteyê Xan Yûnis, Cibaliye û Nuseyrat di hedefa Îsraîlê de bû.

Encamên êrişan

Artêşa Îsraîlê di navbera 24 saetan de, li zêdetirî 100 hedefan xist.

Di encama van êrişan de bi dehan kes hatin kuştin.

Wezareta Tendurustiyê ya Xezayê ragihand, cendekên 79 Filîstîniyên di van êrîşan de hatine kuştin birine nexweşxaneyan.

Dibistaneke ku Xezayiyên ji ciyûwarên xwe bûne xwe spartibûnê di saetên nîvê şevê de bû hedefa êrîşên hewayî.

Zêdetirî 20 cendek ji bin kavilên dibistanê hatin derxistin.

Dagirkirin û dorpêçkirina Îsraîlê filîstîniyan bi xelayê ve rû bi rû dihêle.

Birçîbûn di serî de zarok, jiyana temamê Xezayiyan tehdît dike.

Li dij tevger û êrîşên Îsraîlê bertekên navneteweyî hene.

Civîna li Madrîdê

20 Welatên Ewrûpa û ereb ji bo zextê li Îsraîlê bikin ku astengîya yalîkariya însanî betal bike, li paytext Madrîda Îspanyayê hatin gel hev.

Wezîrê Karên Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares beriya civînê got: “Tekane berjewendiya van welatên ku beşdarî vê civînê dibin, dixwazin şerê zalimane û derveyî însanetiyê yên Îsraîl li Xezayê dide meşandin, bi dawî bikin, ablûkaya alîkariya însanî bişikînin û çareseriya du-dewletbûnê pêkan bikin.”

Malta Filîstînê nas dike

Li aliyê din, piştevaniya Filîstînê ya  navneteweyî her diçe zêde dibe.

Serokwezîrê Maltayê Robert Abela destnîşan kir ku ew ê Filîstînê bi awayê fermî nas bikin.

Serokwezîr êrîşên dawîn ên Îsraîlê nîşan da, pê re jî got: “Em nikarin çavên xwe ji vê trajediya însanî re bigirin.”

Robert Abela dibêje, wan vê biryarê “wekî berpirsiyariyeke ehlaqî” daye.

Foto: Dîmeneke Xezaya hatîye wêrankirin. 

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …