Raportorê Daîmî yê Tirkiyê yê Parlemana Ewrûpayê Nacho Sanchez Amor li ser pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê axivî.
Raportor got, ji ber qanûnên Rewşa Awarte kiriye mayînde, endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê sekiniye.
Nacho Sanchez: Prosesa endamtîya Tirkîyeyê ji ber qanûnên rewşa awarte sekinîye
Raportorê Daîmî yê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewrûpayê Nacho Sanchez Amor li ser pêvajoya endamtiya Tirkiyê ji çapemenîyê re axivî:
Raportor bi van gotinan derî li endamtîya Tirkîyeyê girt: “Ji ber sedema qanûnên rewşa awarte yên piştî derbeya 15yê tîrmehê kirine qanûnên mayînde, pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê sekiniye.”
Raportor wiha dom kir:
“Bi vê qanûnê, şaredarên hilbijartî, bi wezîfedarên ku partiyeke hilbijartin wenda kiriye wan tayin dike, tên guhertin. Gelekî zehmet e ev yek bê fêmkirin.”
Nacho Sanchez Amor pergala heyî ya Tirkiyê şiband modêla Rûsyayê û got, ji ber kiryarên heyî, Tirkiye her diçe ji hedefa endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve.
Infowelat
————————————————
Foto: Nacho Sanchez Amor