A.Rahman Çelîk
Parlamentoya Ewrûpayê li Strasbourgê hin rûniştin li dar xistin.
Koma Sosyalîst û Demokratan, Renew Europe, Kesk/EFA û Koma Çep şerê Xezayê, rageşiya Îsraîl û Îranê û biryara PKKê ya çekberdanê anîn rojevê.
Di rûniştinên Parlamentoya Ewrûpayê yên li Strasbourgê de, şerê li Xezayê û rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de hat nîqaşkirin.
Koma Sosyalîst û Demokratan, Renew Europe, Kesk/EFA û Koma Çep li ser felaketa însanî ya li Xezayê rawestiyan.
Dema nîqaşan, daxwazên ku peymanên bi Îsraîlê re bidin sekinandin û ambargoya sîlehan dayînin ser Îsraîlê hatin rojevê.
Koman ji Yekîtiya Ewrûpayê jî daxwaz kirin ku di warên mafên mirovan, polîtîkayên sosyal, parastin, enerjî û têkoşîna li dij gendeliyê hin zêdetir berpirsiyarjiyê hilde ser xwe.
Seroka Koma Sosyalîst û Demokratan Iratxe García Pérez, beriya rûniştinan li ser mijarên wekî mafên mirovan, polîtîkaya derve û butçeya Yekîtiya Ewrûpayê hin diyarde kiribûn.
Iratxe García Pérezê destnîşan kiribû ku li cîhanê helwestên otorîter her diçe zêde dibe û pê re jî endîşeyên li ser paşketinên mafên mirovan anîbû ziman.
Iratxe García Pérez dema rûniştinan êrîşên Îsraîlê yên li sivîlên Xezayê şermezar kir û bertekên tund nîşanî rageşiya Îsraîl û Îranê da.
Seroka Koma Sosyalîst û Demokratan destnîşan kir ku rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de dibe sedema ku hiqûqa navneteweyî bê binpêkirin û ev yek jî ewlekariya gerdunî tehdît dike.
Iratxe García Pérezê lewma jî ji Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz kir ku dîplomasîyê têxe dewrê û hewl bide rageşiyê daxîne.
Dema civîna çapemeniyê hat Koma Renew Europeyê li ser pirsekê diyar kir ku dema guherîneke pêkan a rejîmê pêk were, lazim e Ewrûpa piştevaniyê bide hêzên demokrat û saziyên sivîl ên ku mafên jinan diparêzin.
Çekberdana PKKê
Herweha, Koma Çep piştevanî da biryara PKKê ya çekberdanê û banga diyalogê li rêveberiya Tirkiyê kir.
Hevserokên Koma Çep A Parlemana Ewrûpayê Manon Aubry û Martin Schirdewam di civîna çapemeniyê de, pêşdeçûnên li herêmê anîn ziman.
Martin Schirewan biryara PKK’ê wekî biryareke dîrokî nirxand û destnîşan kir ku biryara PKK’ê ya çekberdanê wê pêşiya pêvajiya aşitiyê bike.
Martin Schirewan pê re jî bang li Tirkiyê kir, daxwaz kir ku hevkariya Kurdan bikin.
Foto: Rûniştina Parlamentoya Ewrûpayê ya li Strasbourgê