A.Rahman Çelîk
Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de îhtimala şerekî nû yê li Rojhilata Navîn mezin dike.
Medya dibêje Îsraîlê xwe amade kiriye ku li dij Îranê operasyonê pêk bîne.
Îran jî dibêje eger êrîş li me bê kirin, emê li baregehên Amerîkayê yên li herêmê bixin.
Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de, îhtimala şerekî nû yê li Rojhilata Navîn mezin dike.
Hikûmeta Amerîkayê diyar kir ku ji ber rîskên ewlekariyê, wê personelên sefaretê û malbatên wan ji Iraqê derxin.
Sedema biryarê her çiqas nehat diyarkirin jî, rageşiya heyî wekî sebeb tê dîtin.
Li gorî nûçeyeke CBSyê ya xwe disipêre pisporan, Îsraîlê ji Washingtonê re ragihandiye ku ew amade ne êriş bibin ser Îranê.
Heman rayedar destnîşan dikin ku îhtimal heye Tehran li tesîsên Amerîkayê yên li Iraqê bixe.
Tê gotin ku, Amerîkayê ji ber vê hincetê amerîkiyan personelên xwe yên Sefareta Iraqê kêm kirin.
Reutersê jî ragihand, Amerîka biryar daye malbatên leşkerên xwe yên li Kuweyt û Bahreynê terka herdu welatan bikin.
Amerîka her çiqas wekî hincet kêmkirina personelên sefareta Iraqê nîşan dide jî, serokê Amerîkayê Donald Trum doh ji rojnamegeran re got: “Beriya bibe herêmeke bi xetere, me xwest amerîkî herêmê terk bikin.”
Muzakereyên Amerîka-Îranê
Tevî ku muzakereyên nukleer dewam dikin jî, serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ew ê destûrê nedin Îran bibe xwedî çekên nukleer.
Vê yekê jî îhtimala şerê I hember Îranê dixe rojevê.
Şeşemîn tûra muzakereyên Amerîkka-Îranê wê di 15yê hezîranê de wê pêk were.
Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade diyar kir ku eger negihîjin encamekê û Trump fermana êrîşa Îranê bide, ew ê jî wekî bersiv, li baregehên Amerîkayê yên li herêmê bixin.
Foto: Komeke leşkerên Amerîkayê