Fermandarê CENTCOMê: “Em girîngiyê didin hevkarên xwe yên kurd.”

Fermandarê Amerîkî yê CENTCOMê ji Kongreya Amerîkayê re axivî.

General Michael Erik Kurilla got, “Em girîngiyê didin hevkarên xwe yên kurd.”

General Michael Erik Kurillayê ku fermandarîya Hêzên Navendî CENTCOMê dike, li ser rewşa Sûriyê ji Kongreya Amerîkayê re axivî.

Kurilla got, “Em girîngiyê didin hevkarên xwe yên Kurd.”

Michael Erik Kurilla destnîşan kir ku li Rojava hevkariya Amerîkayê ya bi QSDê re dewam dike.

Generalê CENTCOM’ê gotina xwe weha dewam kir:

“Hevkarên me yên kurd, zêdetirî 10 salan e di têkoşîna li dij DAÎŞê de di rêza serî de cî digirin. Li gel ku heta niha zêdetirî 11 hezaran şehîdên wan çê bûne jî, hîna jî bi awayê çalak li dijî bermayiyên DAÎŞ’ê têdikoşin.”

Pê re jî Kurilla li ser pirsa pozîsyona Tirkiyê van gotinan kirin:

“Heta niha nebûye problem. Ev yek jî îstikarara Sûriyê baştir dike.”

Infowelat

Foto: General Michael Erik Kurilla

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …