FRUD: Daristana Day hat şewitandin

Artêşa Çîbûtîyê di êrişên xwe yên Ii dijî FRUDê de hiqûqa şer binpê dike.

Dronên Artêşa Çîbûtîyê di 2 û 3yê hezîranê de bombe barandin ser Parka Neteweyî ya Foretê.

Artêşa Çîbûtîyê di êrişên xwe yên Ii dijî FRUDê (Enîya Restorasyon, Yekitî û Demokrasîyê) de hiqûqa şer binpê dike.

Di êrişeke dawî de Forêt du Day National Park (Daristana Parka Neteweyî ya Day) bû hedef.

Dronên Artêşa Çîbûtîyê di 2 û 3yê hezîranê de bombe barandin ser daristanê û bûn sebeba şewatê.

FRUD li ser bûyerê di 9ê hezîranê de li Brukselê dawxyanîyeke nivîskî weşand.

Serokê FRUDê Mohammed Kadamî di daxuyanîyê de got “Daristana Foret a bi sedan salane gencîneyeke ekolojîk e, di êrîşan de bi eşkereyî hat şewitandin.”

Lîderê tevgera gelê afar Kadamî da zanîn, di bomberanê de ji 500 donimî zêdetir daristan hatîye şewitandin.

Kadamî di dawîya daxuyanîya xwe de bang li “welatên dronên biçek ji Çîbûtîyê re peyde dikin, sûcê xwe yê bikaranîna nelirê ya van çekan qebûl bikin.”

Herwiha, serokê tevgera berxwedanê bang li Fransaya ku “bi peymana parastinê a ytîrmeha 2024an bûye xwedîyê şopandina seheya hewayî ya Çîbûtîyê, ji bo kiryarên sûcbar ên dewleta Çîbûtîyê asteng bike.”

Hevkarîya Tirkîye-Çîbûtîyê

Tirkîye û Çîbûtî di sibata 2024an de peymana hevkarîya leşkerî îmze kirin.

Çîbûtî ji Tirkîyeyê 2 dronên biçek ên Bayraktar ku buhayê wan 10 milyon dolar bûn, kirî.

Artêşa Çîbûtî ji wê demê û vir ve van dronan li hemberê çejdarên FRUDê û gelê afar bi kar tîne.

Di êrişa dronan a di 30ê kanûna paşîn a 2025an de 14 sivîl hatibûn kuştin.

Çima Daristana Foret giring e?

Daristana Parka Neteweyî ya Dayli bakurê Çîbûtîyê ye.

Daristana Foret Ii Çîyayên Tadjûra ye ku bilindahîya wan digihîşe heta 1.800 mêtroyî.

Ev der li bakurê welêt e û li ser sînorên Erîtreyê ye.

Daristan yek ji ciyê herî avdar ê Çîbûtîyê ye ku piranîya erdên wê berî û çol in.

Berfirehbûna vê daristana wekî gencîneyeke giring a jîngehê ye, 59,000 donime.

Infowelat

————————————–

Foto: Parka Neteweyî ya Foret

FRUD li Çîbûtîyê ji bo demokrasîyê têkoşînê dike

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …