G7 li ser meseleyên sereke negihişt encamekê

Lûtkeya G7 bêyî serokê Amerîkayê Donald Trump bi dawî.

Şeş lîderan xwedî aboriyên mezin di gelek mijarên girîng de negihîştin tu encamekê.

Lîderên G7an lûtkeya li Kanadayê bêyî serokê Amerîkayê Donald Trump bi dawî kirin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê û pevçûnên Îsraîl-Îranê bi dorfirehî hat nîqaşkirin.

Beşdarên civînê gihiştin wê encamê, divê Îran nebe xwedî çekên nukleer.

Di daxuyaniya li ser babetê de banga kêmkirina tansîyona li Rojhilata Navîn hat kirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dema daxuyaniya xwe hişyarî da Amerîka û Îsraîlê da ku guherîna rejîma Îranê neynin rojevê.

Rûniştina dawî di bin serokatiya serokwezîrê Kanadayê Mark Carney  de pêk hat.

Lîderên Almanya, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Japonyayê, serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky û sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî beşdarî rûniştinê bûn.

Volodimir Zelensky di axaftina xwe de got, ew amade ne ku hevdîtinên aştiyê pêk bînin û agirbesteke bê şert qebûl bikin.

Lîderan biryar dan ku wê li dij polîtîkayên zirarê didin peydekirina mîneralên krîtîk, têkoşînê bidin.

Herwiha, soz hat dayîn ku bandora zirara aqilê çêkirî ya li dij jîngê û îstihdamê bê bisînorkirin.

Infowelat

————————————————

Foto: Ala welatên koma G7an

Şerê Îsraîl-Îranê bandorê li Civîna G7an kir

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …