Keith Kellog: “Êrişên Ukraynayê rîsk zêde kir”

Rûsya û Ukrayna di hevdîtina duyemîn a li Stenbolê li hev nekirin.

Êrîşên Ûkraynayê yên di berîya hevdîtina Ii Stenbolê rageşiya di navbera aliyan de bilind kir.

Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Ukraynayê Keith Kellogg got, rîska pevçûnan gelekî zêde bûye.

Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Ukraynayê Keith Kellogg li pêyî êrîşên dawîn ên Ukraynayê yên li dijî baregehên Rûsyayê pêk anîne, hişyarî da.

Keith Kellog got, Ukrayna Pergala Sêber A Nukleer a Rûsyayê hedef girtiye, ev yek jî rîska pevçûnan gelekî zêde kiriye.

Kellog ji bo êrişê wiha axivî:

“Dema hûn parçeyekî vê pergalê hedef bigirin, radeya we ya rîskê bi awayê otomatîk zêde dibe, hûn ê êdî nizanibin aliyê hember wê bersiveke çawa bide we.”

Pisporên babetê jî dibêjin hîna ne diyar e ku Moskow wê bersiveke çawa bide.

Putin: Ukrayna terorîst e

Li aliyê din; Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî li ser êrîşê daxuyaniyeke tund da.

Putîn rêveberiya Ukraynayê wekî terorîst pênase kir û wiha axivî:

“Ji rejîma Kîewê re aştî ne lazim e. Hewce nake bi terorîstan re bê axaftin.”

Infowelat

——————————————————-

Foto: Keith Kellog

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …