Marc Rutte got, divê NATO parastina hewayî û ya li hemberê fuzeyan 400 ji % xurtir bike.
Rutte êrişên Rûsyayê yên li hember Ukraynayê ji bo pêşnîyaza xwe sebeb nîşan da.
Sekreterê-Giştî yê NATOyê vê carê got, divê rêxistina leşkerî parastina hewayî û ya li hemberê fuzeyan 400 ji % xurtir bike.
Rutte duh li Londonê li ser mijarê axivî sebebên vê pêşnîyaza xwe ya nû îzeh kir.
Rutte êrişên Rûsyayê wekî sebeb nîşan da û van gotinan kirin:
“Di heman demê de pêdivîya artêşên me bi hezaran wesayîtên bi zirx, tank, bi milyonan cebilxaneya ji bo topan heye û divê em kapasîteya xwe ya di warê lojîstîk, veguheztina alavan û desteka tibî du caran xurtir bikin.”
Welatên NATOyê di civîna hefteya borî de li ser hedefên xurtkirina hêza xwe ya leşkerî li hev kiribûn.
Hedefên nû yên endamên welat 30 ji % yên berê mezintir in.
NATO û Hatina Navmalî ya Ne-Safî
Rutte di civîna dawî de gotibû divê welatên endam 5 ji % Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî (HNN) ji bo ji bo lêçûyînên leşkerî terxan bikin.
Tê plankirin, 3.5 ji % ya HNNê ji bo leşker ê çekan ê 1,5 ji % jî ji bo ewlekarîya sîber, binesazîya veguheztinê ê alîkarîya leşkerî ya ji bo Ukraynayê bê terxankirin.
Berîya vê, hedefa NATOyê terxankirina 2 ji % ya Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî bû.
Hêjayî gotinê ye, hedefa 5 ji % cara ewil ji alîyê Trump ve hatibû îfadekirin.
Heta niha serokê Almanyayê Friedrich Merz, Polonya û welatên Baltik destekê didin vê hedefê.
Piranîya welatên endam ên NATOyê di vê mijarê de hîn ne xwedî helwesteke zelal in.
Infowelat
—————————————————
Foto: Mark Rutte