Îsraîlê êrişeke hewayî bir ser Îranê

Îsraîlê êrişeke hewayî ya berfireh bir ser Îranê.

Paytext Tehran jî tê de gelek navendên li welêt hedef hatin girtin.

Fermandarê Supaya Pasdaran ê Îranê Huseyîn Salamî hat kuştin.

Xeterereya şerekî nû ya li Rojhilata Navîn derjer asta herî bilind.

Îsraîlê roja înê danê sibehê êrişeke hewayî bir ser Îranê.

Paytext Tehran jî tê de gelek navendên li welêt hedef hatin girtin.

Wezîrê Parastinê yê îsraîlê Israel Katz bi daxuyanîyekê derbarê êrişan de agahî dan.

Katz got, “armanca operasyonê tunekirina gefa Ii hemberê hebûna Îsraîlê ye” û pêşîgirtina li Îranê ye ku dixwaze bibe xwedîyê çekên nukleer.

Di encama êrişan de çend fermandarên payebilind ên Supaya Pasdaran a Îranê (Yekîneyên Parazvanê Şoreşa Îslamî) hatin kuştin.

Fermandarê Pasdaran hat kuştin 

Di nava kesên hatin kuştin de fermandarê Pasdaran Huseyîn Salamî jî heye.

Kuştinên fermandaran ji alîyê Îranê ve jî hat piştrastkirin.

Supaya Pasdaran artêşa elît a parastina rejîma Îranê ye ku di 1979an de ji alîyê rejîma Humeynî ve hatibû damezrandin.

Hejmara endamên vê artêşa elît a reîjmê li derdora 200,000î ye.

Hedefe din êrişa Îsraîlê amadekarîyên ji bo bernameya nukleer ên Îranê bûn.

Tê ragihandin, çend zanyarên di bernameya nukleerê de xebatê dikin, hatin kuştin.

Infowelat

———————————————

Foto: Balafirên şer ên Îsraîlê

Şer gav bi gav tê ber derîyê Îranê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …