Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

Rojnamevanên kurd Tirkiye û Iraqê protesto kirin

ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hero Behadîn çalakîyekê li dar xistin. Ciyê vê çalakîyê pêşîya Sefaretxaneya Iraqê ya li Brukselê bû. ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hero Behadîn çalakîyekê li dar xist. Ciyê vê çalakîyê pêşîya Sefaretxaneya Iraqê ya li Brukselê bû. Xebatkarên …

Bêtir »

Bart de Wever ji hevdîtinên ji bo koalîsyonê vekişîya

Hevdîtinên ji bo hikumeteke koalîsyonê li Belçîkayê negihiştin encamê. Bart De Weverê ku şaredarê Antwerpenê û serokê NV-Ayê ye, duh dawî li hevdîtinên ji bo koalîsyonê anî. Ji meha hezîranê û vir ve li Belçîkayê hikumet nikare bê damezrandin. Hevdîtinên ji bo hikumeteke koalîsyonê yên di bin pêşengîya Bart De Wever …

Bêtir »

Artêşa Venezûelayê destekê da Nicolas Maduro

Artêşa Venezûelayê bi daxûyanîyekê destekê da hukumeta Maduro ya li ser kar. Wezîrê Parastinê û serfermandarê artêşê got, banga mixalefetê ya ji bo midaxaleya hêzên ewlekarîyê “bangeke tewşe û îxanet e.” Artêşa Venezûelayê bi daxûyanîyekê destekê da hukumeta Maduro ya li ser kar. Daxuyanî ji alîyê Wezîrê Parastinê û serfermandarê …

Bêtir »

Serhildana li Bangladeşê bi ser ket

Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hesîna roja duşemê ji welêt revîya. Serokê Bangladeşê parlamentoyê ji hev xist û lîdera mixalefetê Begum Xaleda Zia hat berdan. Protestoyên du mehan ên li Bangladeşê gihîştin encamê. Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hesîna roja duşemê ji welêt revîya. Bi dûv vê re, serokê Bangladeşê parlamentoyê ji hev xist. …

Bêtir »

Amerîka hêzêke nû dişîne Rojhilata Navîn

Pentagon biryarê da, keştîyeke balafiran û 12 keştîyên şer bişîne herêmê. Tevlî keştîyan wê 4,000 leşkerên amerîkî jî transferê herêmê bên kirin. Bi sewqîyata dawî hejmara leşkerên amerîkî yên li Rojhilata Navîn wê bigihîje 45,000î ye. Amerîka wê hêzên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn zêde bike. Pentagon biryarê da, …

Bêtir »

Li ber siya dagirkeriya tirk paşeroja siyaseta Iraqê

Rewşa heyî ji bo Iraqê işaretê bi qadeke tevlîhev a siyasetê dike. Sekna li dijî pîlan û ajandaya dagirkeriya Tirk wê di diyarkirina paşeroja dînamîkên welêt de diyarker be. Bandora polîtîkaya dagirkerî û desteserkirinê ya Tirkiyeyê ku mehên dawî li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dimeşîne, li herêmê dewam dike. Hikumeta …

Bêtir »

Lîderê Hamasê li Îranê hat kuştin

Lîderê Hamasê Îsmaîl Henîye di êrişeke çekdarî de hat kuştin. Hamasê piştî êrişê demildest Îsraîlê sûcdar kir û sonda tolhildanê xwar. Îsmaîl Henîye di 2017an de bû lîderê sîyasî yê Hamasê. Lîderê Hamasê Îsmaîl Henîye di êrişeke çekdarî de hat kuştin. Henîye ji bo merasîma sondxwarinê ya serokê nû Mesûd …

Bêtir »

Golan vediguhere navenda alozîyê

Girên Golanê piştî êrişa dawî vediguhere navenda alozîyê ya di navbera Îsraîl û Hîzbulahê de. Piştî êrişê, Îsraîlê sonda tolhildanê xwar û ev jî tirsa şerekî nû ya Îsraîl-Hîzbulahê anî rojevê. Girên Golanê herêmeke di navbera Îsraîl û Sûrîyeyê de ye ku di şerê 1967an ketibû bin kontrola Îsraîlê. Girên …

Bêtir »

Hukumeta Venezûelayê bi hilbijartinê naguhere

Di hilbijartina duh de serokê Venezûelayê Nicolas Maduro careke din bi ser ket. Maduro ji % 51ê hemû dengan wergirt wê heta 2031an li ser kar bimîne. Amerîka di derbvarê encamên hilbijartinên Venezûelayê de fikarên îfade kirin. Panoramaya sîyasî ya Venezûelayê bi hilbijartinan naguhere. Di hilbijartina duh de serokê Nicolas …

Bêtir »

Îtalya bi Şamê re têkilîyên dîplomatîk saz dike

Îtalya jinûve bi rejîma Şamê re têkilîyên dîplomatîk saz dike. Almanya, Fransa û Îtalyayê tevlî welatên din ên Yekîtîya Ewrûpayê di 2012an de têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kiribûn. Îtalya jinûve bi rejîma Şamê re têkilîyên dîplomatîk saz dike. Hukumeta Giorgia Meloni biryar da ji nû ve …

Bêtir »

NY ji bo rewşa Ocalan bi fikar e

Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) encamên civînên xwe yên derbarê Tirkiye û çend welatên din de eşkere kirin. Komîteyê fikarên xwe yên derbarê Abdulah Ocalan û girtîyên din ên li Îmraliyê îfade kirin. Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) encamên civînên xwe yên derbarê Tirkiye …

Bêtir »

Hamas û El-Fetih Deklerasyona Pekînê îmze kirin

Hamas û El-Fetih li paytexta Çînê ‘Deklerasyona Pekinê” îmze kirin. Yek ji xalên giring ê deklerasyonê avakirina ‘hukumeta lihevkirinê ya neteweyî’ ye. Têkiliyên Hamas û El-Fetihê di 2006an de qut bûbû. Hamas û El-Fetih bi navbeynkarîya Çînê li hev hatin. Herdû rêxistinên filistînî li paytexta Çînê ‘Deklerasyona Pekinê” îmze kirin. …

Bêtir »

Biden ji namzetîya serokatîyê vekişîya

Serokê Amerîkayê Joe Biden duh ji namzetîya serokatîyê vekişîya. Nêzîkî mehekê ye ji bo ji pêşbirka bi Trump re vekişe, li ser Biden zext dihatin kirin. Serokê Amerîkayê Joe Biden duh ji namzetîya serokatîyê vekişîya. Biden ragihand ew ê ji bo hilbijartinên 5ê mijdarê nebe namzetê Partîya Demokrat. Nêzîkî mehekê …

Bêtir »