Almanya: Gefa li hundir bi Tirkîyeyê ve girêdayî ye

Îstixbarata Almanyayê rapora 2024an belav kir.

Di raporê de beşeke berfireh ji Tirkiyê re hat veqetandin.

Rapor dibêje, hema hema temamê tehdîdên tundrew ên ji derve, bi Tirkiyê ve girêdayî ne.

Îstixbarata Almanyayê rapora 2024an belav kir.

Raporê destnîşan dike ku di demên dawî de gefên rastgir û çepgirên tundrew û yên îslamî zêde bûne.

Di raporê de beşeke berfireh ji Tirkiyê re hat veqetandin.

Rapor dibêje: “Tevgerên îslamî jî di nav de, hema hema temamê tehdîdên tundrew ên ji derve, bi Tirkiyê ve girêdayî ne.”

Rapora îstixbaratê, faaliyetên îstixbarata Tirkiyê yên li nav Almanyayê wekî tehdîta sereke destnîşan dike.

Rapor diyar dike ku MITa Tirkîyeyê li nav Almanyayê çavdêriya muxalîfan dike, kes û komên wekî muhalifên hikûmetê û dijminê dewletê pênase dike, dişopîne.

Rapor dibêje, îstixbarata Tirkiyê bi rêya kes, kom û saziyên tirk û saziyên dîplomatîk îstixbaratê berhev dike û bi destê nûnertiyên tirk ên li Almanyayê radigihîne hêzên ewlekariya Tirkiyê.

Li Almanyayê tevî sefaretê, 13 nûnertiyên Tirkiyeyê hene.

Saziya ku wekî Yekîtiya Tirk Îslam a Karên Diyanetê, ji ber faaliyetên li Almanyayê, gelek caran bi bandora Enqereyê ya siyasî tê rexnekirin.

Rapora BfVê

Ji bo PKKê çi hat gotin?

Di raporê de beşek ji PKK û saziyên Kurd ên li Almanayê hate veqetandin.

Raporê destnîşan kir ku li Almanyayê zêdetirî 15 hezar endam û 12 hezar û 9 sed piştevanên PKK hene.

Di raporê de PKK her çiqasî wekî tehdîta herî mezin a ji derve hat pênasekirin jî, Ii ser xwefesixkirina PKKê ya 12yê gulan tiştek nehat gotin.

Hat gotin ku di nava rêxistinên ji derveyî Almanyayê PKK  rêxistina herî bi bandore û herî zêde xwedî endaman e.

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …