“Dewleteke efendî” nikare aştîyê bîne

Faik Bulut: “Tirkîye dixwaze bi vê prosesê dixwaze bibe parazvanê (bi tirkî ‘hamî’) kurdan. Lêbelê parazvan li vir xwedî wateyeke din e. A rast, wateya wê efendî ye. Li vir, dewleteke efendî heye, miletekî efendî heye. Ev jî Tirkîye ye.

Nivîskar Faîk Bulut hevpevîna bi şefê rêxistina sîxurêyê ya MITê Îbrahîm Kalin re şîrove kir.

Hevpeyvîn ji alîyê Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê The Independent Turkçeyê Nevzat Çelîk ve hat kirin.

Faik Bulut derbarê mijarê de hem di koşeya xwe ya di rojnameyê de hem jî di bernameya Youtubeê de li ser gotinên Îbrahîm Kalin analîzeke balkêş kir.

Bulut derbarê armancên dewleta tirk a di warê prosesa bi PKKê re dimeşîne wiha axivî:

“Tirkîye dixwaze bi vê prosesê bibe parazvanê (bi tirkî ‘hamî’) kurdan. Lêbelê parazvan li vir xwedî wateyeke din e. A rast, wateya wê efendî ye. Li vir, dewleteke efendî heye, miletekî efendî heye. Ev jî Tirkîye ye. Li cem vê jî kî heye? Kurd hene, kurdên ku alîkarîya wan bikin hene.”

Bulut bi van gotinan pêdivîya venasîna ji alîyê destûra bingehîn a kurd û bawermendên dîn ên hatine marjîalkirin nîşan da:

“Çareserî li ciyekî ku yek dibe efendî yê din jî dibe alîkarê wî, pêş nakeve. Aştî jî wiha nabe. Berevajîya vê, ev kar li ser bingeha tevlîbûnê divê bê kirin. Divê kurd, elewî û komên din ên bawerîyan ên li Tirkîyeyê dijîn têkevin bin garantîya destûra bingehîn.”

Nivîskar zextên dewleta tirk ên Ii ser CHPê wekî xetereya li hember prosesê pênase kir û wiha axivî:

“Hûn ê çawa çareser bikin? Dema li Tirkîyeyê demokrasî û hiqûq tune be, hûn qeyûm bişînin ser beledîyeyên CHPê, hûn ew bigirin, hûn ê nikaribin vê prosesê bikin civakî. Kalin dibêje, “tiştekî baş e ku Ozgur Ozel destekê dide vê prosesê û proses bibe civakî.” Lêbelê dema hûn qala civakîbûnê dikin, we partîya sereke ya welêt ecikandîye û dixwazin wê tasfîye bikin. Wê demê lihevkirineke civakî jî çênabe.”

Infowelat

——————————————-

Foto: Faik Bulut 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …