Brîtanya û Yekîtiya Ewrûpayê nêzîkî hev dibin.
London û Brukselê li pêyî 5 salên Brexitê peymaneke hevkariyê îmze kirin.
Brîtanya û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li pêyî 5 salên biryara lûtkeyek li dar xistin.
Li pêyî lûtkeyê, London û Brukselê peymaneke nû ya hevkariyê îmze kirin.
SerokwezîrêBrîtanyayê Keir Starmer peyman wekî “serdemeke nû ya têkîliyan” pênase kir.
Bi îmzekirina peymanê ji Brexitê û vir ve Brîtanya û YE careke din nêzîkî hev dibin.
Di peymanê de xalên wekî bazirganî, parastin, bernameyên ciwanan û masîvaniyê cî girtin.
Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyenê peyman wekî “rûpeleke nû ya têkîliyan” pênase kir.
Hikumeta Brîtanyayê hêvî dike ku bi vê peymanê heta sala 2040î wê 12 milyar sterlîn li xizneya xwe zûde bike.
Demokratên Lîberal ku piştevaniyê didin peymanê, têkîliya hikûmeta Brîtanyayê û Yekîtiya Ewrûpayê wekî gaveke erênî rave dikin.
Lêbelê Partiyên Muhefezekar û Reform UK li dij derdikevin.
Ev derdor peymanê heyî wekî “xweradestkirina Brukselê” pênase dikin.
Infowelat
——————————————–
Foto: Ursula von der Leyen, Antonia Costa û Keir Starmer