Hilbijartina Polonyayê fikara restorasyona rastgir zindî kir

Namzetê mihefezakar-netewperest Karol Nawrocki di hilbijartina serokatîa Polonyayê de bi ser ket.

Serkeftina Nawrocki tirsa restorasyona polîtîk a li Polonyayê xist dilê Yekitîya Ewrûpayê.

Serê Yekitîya Ewrûpayê bi sîyaseta rastgir a populîst re di belayê de ye.

Vê carê xebereke tirsa li Brukselê zêde kir ji Polonyayê hat.

Namzetê mihefezakar Karol Nawrocki ku bi li Yekitîya Ewrûpayê bi guman dinêre di hibijartina serokatîyû de bi ser ket.

Nawrocki 50.89 % dengan bi dest xist û bû serokê Polonyayê.

Rafał Trzaskowskiyê ku Şaredarê paytext Polonyayê bû, 49.11% dengan bi dest xist.

Trzaskowski tûra yekemîn de ku di 18yê gulanû de hatibû lidarxistin, bi ser ketibû.

Nawrocki namzetê Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) bû ku heta 2023an 8 sal Polonyayê bi rê ve biribû.

Partîya navborî polîtîkayeke rastgir û netewperest meşandibû ê di gelek mijaran de Polonyayê ji Yekitîya Ewrûpayê dûr xistibû.

Bruksel hêvî dikir Trzaskowski di hilbijartinê de bi ser bikeve û rê li ber serokatîya PiSû bigire.

Analîz

Xewnereşka YEyê ya ji bo restorasyona rêveberîya PiSê li Polonyayê bi vê hilbijartinê girantir bû. Serokê Polonyayê dikare qanûnên parlamentoyê veto bike. Ev jî ji bo hikumeta Donald Tusk a bi Brukselê re li hev e problemeke mezin pêk tîne. Ji ber vê sebebê wê hikumeta Tusk wê nikaribe li gorî bernameya xwe Polonyayê bi rê ve bibe. Hilbijartina parlamentoyê yê Polonyayê di 2027an de tê lidarxistin. Lêbelê ji ber erka vetoyê yê serok, îhtimal heye krîzeke sîyasî pêk were û hilbijartineke pêşwext bê lidarxistin.

Infowelat

—————————————————-

Foto: Karol Nawrocki 

Li Polonyayê mixalefet bi ser ket

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …