Li Bosna Hersekê, hilbijartina giştî hate lidarxistin Di dengdanê de serokatiya dorveger, parlemena neteweyî û parlemenên kantonan hatin hilbijartin Hilbijartina dawî ya Bosnayê, îsal di nava problemên giran ên welêt de hate lidarxistin. Gendeliya siyasî û parçebûna etnîk a di navbera sirb, kroat û boşnakan de bû sebeb beşdariya dengdanê …
Bêtir »Bruksel li dijî Îranê tedbîran plan dike
Li Îranê, raperîna civakî di hefteya sisêyan de didome Yekîtiya Ewrûpayê xwe amade dike li hemberê Îranê hin tedbîran ragihîne Annalena Baerbock got, polîtîkaya Yekitiya Ewrûpayê zêde destûr nade ew li hember zordestiya Îranê hemleyek mezintir bikin Yekitiya Ewrûpayê ji ber şîdeta li dijî protestoyan, xwe ji bo ambargo li …
Bêtir »Protestoyên enerjiyê li Ewrûpayê belav dibin
Li Ewrûpayê protestoyên li dijî buhayê enerjiyê belav dibin Çalakiyên dawî li Awusturya û Almanyayê hatin lidarxistin Li Awusturyayê civak hêrsa xwe ya li hember buhayê enerjiyê bi çalakiyan îfade dike. Roja yekşemê welatiyên li vî bajarî di protestoyeke mezin de hatin cem hev. Di mîtînga piştî çalakiyê de, ambargoyên …
Bêtir »Li Brazîlê Lula nêzîkî serokatiyê ye
Encamên hilbijartinê wekî texmînan derketin û Lula bi 5 pûanan ket pêşiya Bolsonaro Lîderê çepgir Lûla 48 ji % dengan wergirt Serokê heyî Jair Bolsonaro jî bû xwediyê 43 sedî ji dengan Li Brazîlê ji bo hilbijartina giştî welatî duh çûn ser sindoqan. Li derdora 150 milyon kes ji bo …
Bêtir »Çar herêmên Ûkraynayê li benda îlheqa Rûsyayê ne
Referandûmên yekalî yên li rojhilat û başûrê Ûkraynayê bi dawî bûn Di encama dengdana encama wê ji destpêkê ve diyar bû, 4 herêmên Ûkraynayê biryar dan tevlî Rûsyayê bibin Rûsya plana îlhaqkirina herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê bi wekî ku amade kiribû dimeşîne. Moskow ji bo 4 herêmên li vî welatî …
Bêtir »Kamala Harris bi lîderê Japonyayê re civiya
Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris ji bo beşdariya cenazeyê Şînzo Abê li Japonyayê ye Harrisê li vî welatî, bi serokwezîr Fumio Kishida re hevdîtinek kir Li Japonyayê ji bo Serokwezîrê berê Shinzo Abe ku meha Tîrmehê bi suîkastekê hatibû kuştin, merasîma cenazê tê lidarxistin. Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris bi …
Bêtir »Kolombiya û Venezuela dostaniyê pêş de dibin
Piştî lihevkirina dualî, deriyê sînor yê 7 sal in girtî bû ji rêwî û bazirganiyê re hate vekirin Venezûela û Kolombiya bi însîyatîfa serokê Gustavo Petro meha borî ji nû ve têkiliyên dîplomatîk saz kiribûn Deriyekî gumrukê Antonio del Tachira yê di navbera Kolombiya û Venezûelayê de ji hatûçûnê re …
Bêtir »Îtalya serkeftina Meloni nîqaş dike
Serokê Partiya Demokrat (PD) Enrico Letta serkeftina bloqa rastgir wekî “rojeke reş a ji bo Îtalyayê” pênase kir. Matteo Salviniyê ku ji encamên hilbijartinê kêfxweş bû, li pêş kamerayan peyama yekitiya bloqa rastgir da. Parçebûna siyasî ya Îtalyayê piştî hilbijartinê jî wekî berê berdewam dike. Medya li gorî sekna xwe ya …
Bêtir »Li Îtalyayê Giorgia Meloni bi ser ket
Li Îtalyayê texmîna anketên ji bo hilbijartinê rast derket Partiya post-faşîst Fratelli d’Italya di encama hilbijartina yekşemê de bû yekemîn Bi vê encamê riya serokwezîriya hukumeteke koalîsyonê li pêşiya Giorgia Meloni vebû Roja yekşemê 51 milyon hilbijêrên li Îtalyayê ji bo parlemen û senatoya nû çûn ser sindoqan. Reqabeta siyasî …
Bêtir »Almanya bi Abu Dabi re peymana LNG’ê îmze kir
Almanyaya hêviya xwe ji Rûsyayê birî ji bo enerjiyê li dora welatên ereb digere Serokwezîrê alman Scholz ji bo hevdîtinan berê xwe da Rojhilata Navîn Scholz di tûra xwe ya Kendava Îranê de bi Yekitiya Mîrektiya Ereb re peymaneke enerjiyê îmze kir Ambargoyên li dijî Rûsyayê di polîtîkaya derve ya …
Bêtir »Rastgirên Îtalyayê li Romayê kom bûn
Li Îtalyayê rasta radîkal beriya hilbijartinê mîtîngeke mezin li dar xist Ji Forza Italiayê Silvio Berlusconî, ji Lega Nordê Matteo Salvini û ji Fratelle d’Italyayê Giorgia Meloni tevlî mîtîngê bûn Bloqa rastgir a Îtalyayê kampanyaya xwe ya ji bo serfiraziya hilbijartinê didomîne. Partiyên endamên eniya rastgir bi hemleyeke dawî di …
Bêtir »Li Yemenê hûsî 8. salvegera raperînê pîroz kirin
Hûsiyên Yemenê, salvegera raperîna li San’ayê pîroz kirin Di bin navê bîranîna vê rojê de, şoveke leşkerî hat lidarxistin Fuzeyên menzîldirêj ên li welêt hatibûn çêkirin, balê kişandin ser xwe Hûsiyên Şiî li bajêr bîranîna heştemîn a raperîna xwe pîroz kirin. Bi tevlîbûna bi hezaran leşkerên ji her beşên artêşê, …
Bêtir »Doza lîderê Kmerên Sor bi dawî bû
Partiya Komunîst a Kamboçyayê di navbera 1976-1979’an de li ser kar ma Partiya ku wekî Kmerên Sor hatin pênasekirin, di bin serokatiya Pol Pot de li welêt nêzîkî 2 milyon kesan kuştin Doza sûcên mirovahiyê yên dema Kmerên Sor, bi encam bû. 16 sal berê, li paytexta Kamboçya Phnom Penh …
Bêtir »Li Îtalyayê mîtîngên partiyan hatin protestokirin
Li Îtalyayê bi nêzîkbûna hilbijartinê re, li kolanan tansiyon bilind dibe Di mîtîngên li Palermo û Ponticiyê yên du partiyên cuda de alozî derket Bernameya yekemîn a alozî tê de mîtînga partiya Fratelli d’Italia ango Biraderên Îtalyayê bû. Namzeta serokwezîriyê Giorgia Meloni tevlî bernameya li Palermoyê bû û axaftinekê kir. …
Bêtir »Ewrûpa reaksiyon nîşanî gefa Putin da
Gotinên Putin ên derbarê çekên nukleer de, li Ewrûpayê bû sebeba nîqaş û aciziyê Josep Borrell li New Yorkê, bi daxuyaniyek lezgîn reaksiyon nîşanî Putin da Şefê Kremlînê Putin di demên dawî de asta gefên xwe yên li dijî Ewrûpayê zêde dike. Putin di daxuyaniya dawî de qala kapasîteya leşkerî …
Bêtir »Almanya şîrketa enerjiyê Uniperê dikire
Berlîn li pey hev şîrketên enerjiyê dikire û wan dike malên dewletê Ji vê armanc ev e, li nava Almanyayê pêşî li buhayê enerjiyê bê girtin Di çarçoveya vê polîtîkayê de şîrketa herî mezin a enerijyê Uniper hate kirîn Almanya ji bo bikaribe buhayê enerjiyê kontrol bike gavên radîkal davêje. …
Bêtir »Putin seferberiyê ragihand
Rûsyaya nekare li Ûkraynayê bi ser bikeve seferberiya qismî ragihand Li gorî biryara Moskowê wê 300 hezar kes tevlî artêşa rûs bibin Serokê Rûsyayê Putîn bi daxuyaniya xwe ya dawî, dîsa bala cîhanê kişand ser xwe. Şefê Kremlînê duh bi şev di axaftina xwe ya bi riya televîzyonê biryara seferberiyeke …
Bêtir »Rûsya erdên Ûkraynayê îlhaq dike
Rûsya li rojhilat û başûrê Ûkraynayê referandûmê li dar dixe Bi vê dengdanê armanc ev e Luhans, Donetsk û Kerson tevlî Rûsyayê bibe Cara pêşî di 2014’an de li Kirimê referandûm hatibû lidarxistin û bi dûv vû re herêm tevlî Rûsyayê bûbû Serfiraziyên Ûkraynayê yên li eniya Xarkovê polîtîkayên Rûsyayê …
Bêtir »Biden: Em ê Taywanê biparêzin
Taywana bi Çînê re serê wê di belayê de hewl dide xwe nêzîkî Amerîkayê bike Desteka ev girava di navenda aloziyê de ye ji aliyê Biden ve hate dayîn Biden got, eger Taywan rastî êrişê were ew ê ji aliyê Amerîka ve bê parastin Gotinên serokê Amerîkayê Joe Biden ên …
Bêtir »Li Kanadayê 500 hezar penaber bê kaxiz in
Hukumeta Kanadayê biryar da di meseleya penaberên bê kaxiz de gav bavêje Texmîn ev e, li vî welatî 500 hezar penaber bê kaxiz in Ji sala 1980’an û vir ve zêdetirî milyonek penaber koçî Kanadayê kirine Bi sedan penaber û piştevanên wan li bajarê li Quebecê çalakî li dar xistin. …
Bêtir »Li Îtalyayê kampanyaya hilbijartinê germ dibe
Li Îtalyayê heftiyekê ji hilbijartinên parlemenê re ma Partiya Demokratîk li Mîlanoyê bernameyeke girseyî li dar xist Di mîtîngê de şaredar û alîgiran partiyê gihîştin hev Li Îtalyayê hefteyekê şûn de wê hilbijartina giştî bê lidarxistin. Bi vê dengdanê armanc ev e, pêşî li krîza siyasî ya ev demeke dirêj …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat