Kamala Harris bi lîderê Japonyayê re civiya

Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris ji bo beşdariya cenazeyê Şînzo Abê li Japonyayê ye

Harrisê li vî welatî, bi serokwezîr Fumio Kishida re hevdîtinek kir

Li Japonyayê ji bo Serokwezîrê berê Shinzo Abe ku meha Tîrmehê bi suîkastekê hatibû kuştin, merasîma cenazê tê lidarxistin.

Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris bi hinceta beşdariyê çû paytexta Japonya Tokyoyê.

Harris beriya merasîmê, bi serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida re hevdîtin pêk anî.

Kamala Harris paşê tevlî Fumio Kishida derket pêşiya çapemeniyê.

Siyasetvana amerîkî wiha axivî:

“Wekî hûn jî dibêjin, îttifaka di navbera Japonya û Amerîkayê de, binesaziya aştî, îstikrar û aramiya herêmê pêk tîne.”

Soza parastina Japonyayê

Çîn û Koreya Bakur hebûna Amerîkayê ya li Asya-Pasîfîkê wekî meseleyeke ewlekariyê qebûl dikin

Lewma Pekin û Pyongyang li dijî hevkariya leşkerî ya Japonya û Koreya Başûr a bi Amerîkayê re helwest nîşan didin

Harris di axaftina xwe de kiryarên Çînê yên li dora Taywanê şermezar kir û soza parastina Japonyayê da.

Kishida jî di axaftina xwe de qala serokwezîrê berê Abe kir:

“Shinzo Abe ji bo îttifaka Japonya û Amerîkayê saxlem bike, kedeke mezin da. Lewma weke wezîfe ez ê jî têkîliya di navbera herdu welatan de pêş de bibim.”

Kamala Harris li pêyî merasîma cenazeyê wê derbasî Koreya Başûr bibe.

Gera Harrisê ya herêmê ligel Çînê Koreya Bakur jî aciz dike.

Her du welat hebûna Amerîkayê ya li Asya-Pasîfîkê wekî meseleyeke ewlekariyê qebûl dikin.

Lewma Pekin û Pyongyang li dijî hevkariya leşkerî ya Japonya û Koreya Başûr a bi Amerîkayê re helwest nîşan didin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …