Doza lîderê Kmerên Sor bi dawî bû

Partiya Komunîst a Kamboçyayê di navbera 1976-1979’an de li ser kar ma

Partiya ku wekî Kmerên Sor hatin pênasekirin, di bin serokatiya Pol Pot de li welêt nêzîkî 2 milyon kesan kuştin

Doza sûcên mirovahiyê yên dema Kmerên Sor, bi encam bû.

16 sal berê, li paytexta Kamboçya Phnom Penh ji bo sûcên li dijî mirovahiyê bidarizîne, dadgeheke taybet hatibû damezirandin.

Dadgeha ku Neteweyên Yekbûyî piştevaniya wê dikir, di sala 2018’yan de lîderê dawîn ê Kmerên Sor Khieu Samphan, komkujî pêk aniye ceza kiribû.

Dadger çi got?

Di rûniştîna dawîn de, îtiraza Khieu Samphan nehat qebûlkirin.

Dadgehê biryara mehkûmiyetê rêvebirê Kmerên Sor Samphan pesend kir.

Dadger got, “Khieu Samphan Peymana Cenevê bi awayekî ciddî binpê kiriye. Lê hatiye tespîtkirin ku li dijî Wietnamiyan komkujî pêk aniye.

Lewma jî cezayê heta mirinê lê hat birrîn.”

Kî ne Kmerên Sor?

Li Kamboçyayê Kmerên Sor ji bo endamên Partiya Komunîst a Kamboçyayê re dihat gotin.

Khieu Samphan. Lîderê Kmerên Sor sdi salên 1976-79’an de serokatiya Konseya Dewletê ya Kamboçyayê kir.

Ev partiya xwedî polîtîkayeke fanatîk a guherîna civakê bû, di navbera salên 1975-1979’an li pêyî encama şerê navxweyî rêveberî bi dest xist.

Kmerên Sor di bin serokatiya Pol Pot de li Kamboçyayê polîtîkayeke taybet hat meşandin.

Di encamê polîtîkayên dîzayna civakî ya wê demê, di navbera 1.5- 2 milyon kes hatin kuştin.

Kmerên Sor sala 1979’an ji aliyê hêzên vîetnamê ji ser rêveberiyê hatin daxistin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …