Ewrûpa reaksiyon nîşanî gefa Putin da

Gotinên Putin ên derbarê çekên nukleer de, li Ewrûpayê bû sebeba nîqaş û aciziyê

Josep Borrell li New Yorkê, bi daxuyaniyek lezgîn reaksiyon nîşanî Putin da

Şefê Kremlînê Putin di demên dawî de asta gefên xwe yên li dijî Ewrûpayê zêde dike.

Josep Borrell

Putin di daxuyaniya dawî de qala kapasîteya leşkerî ya Rûsyayê kir û derbarê çekên xwe yên nukleer de axivî.

Gotinên Putin, Yekitiya Ewrûpa hêrs kir û Brukselê ji devê Josep Borrell bersiv da Putin.

Şefê dîplomasiya Ewrûpî di daxuyaniya xwe ya li New yorkê de got, gefa çekên nukleer tu carî nikare bê qebûlkirin.

“Bi gefa bikaranîna çekên nukleer, Putin dixwaze hem Ûkraynayê hem jî hemû welatên destekê didin Ûkraynayê bitirsîne. Lê ew ê bi ser nekeve. Ew berê jî bi ser neket û wê niha jî bi ser nekeve.

Borrell: Putin wê bi ser nekeve

Borrell wiha axivî:

“Bi gefa bikaranîna çekên nukleer, Putin dixwaze hem Ûkraynayê hem jî hemû welatên destekê didin Ûkraynayê bitirsîne. Lê ew ê bi ser nekeve. Ew berê jî bi ser neket û wê niha jî bi ser nekeve.

Putin di axaftina xwe ya di televîzyonê de derbarê rewşa dawî ya şerê li Ûkraynayê de axivîbû û seferberiya qismî ragihandibû.

Lîderê Rûs di heman axaftinê de welatên rojava bi gefên li dijî Rûsyayê tometbar kiribû û qala çekên nukleer ên welatê xwe kiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …