Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

Bruksel li ser reforma elektrîkê dixebite

Krîza enerjiyê li Ewrûpayê bandorê li buhayê elektrikê dike Yekîtiya Ewrûpayê li çareyan digere da ku buhayê zêde daxîne Li welatên Yekîtiya Ewrûpayê, ji ber kêmaniya enerjiyê, bihayê elektrîkê her bilind dibe. Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen Foruma Stratejîk a li Slovenyayê li ser vê mijarê axivî. Von …

Bêtir »

Dîplomasiya Ewrûpayê li Kosovayê têk çû

Du welatên cîran Sirbistan û Kosova bi israr dijberiya li hemberî hev didomînin. Yekitiya Ewrûpayê ji bo çareserkirina krîza dawî, lîderên her du welatan Brukselê anî beranberê hev. Bi vî awayî, serokê Sirbistanê Alexander Vucic û serokwezîrê Kosovayê Albin Kurtî cara ewil rû bi rû rûniştin. Civîn bi navbeynkariya Nûnerê …

Bêtir »

Moskow veguherî navenda dîplomasiya mîlîter

Li paytexta Rûsya Moskowê Konferansa Ewlekariya Navneteweyî hate lidarxistin Gotinên Putin ên derbarê “totalîterîzma neolîberal” mora xwe li vê konferansê xist Putin li ser aloziya Taywanê jî axivî û Amerîkayê bi provokasyonê tometbar kir Moskow, bi forûma Army 2022 vediguhere navenda dîplomasiya leşkerî ya Rûsyayê. Di çarçoveya vê bernameya mîlîtarîst …

Bêtir »

Îmran Xan: Çima Pakistan ji Rûsyayê gazê nakire?

Îmran Xan di mîtînga dawî de polîtîkaya enerjiyê ya Pakistanê rexne kir Xan vê pirsê kir: Çima  Pakistan wekî Hîndistanê ji Rûsyayê gaza erzan nakire? Lîderê Pakîstanê Îmran Xanê ku ji kar hatibû daxistin, rojên dîsa lez dide ajîtasyona xwe ya siyasî. Navenda mîtînga dawî, duyemîn bajarê mezin ê Pakistanê …

Bêtir »

Taywan “yek welat-du sîstem” red kir

Konseya Dewletê ya Çînê derbarê meseleya Taywanê de belgeyekê bi navê “Problema Taywanê û Di Dema Nû de Yekitiya Çînê” weşandibû Di belgeyê de siyaseta dîrokî ya Çînê a ku wekî “yek welat-du sîstem” tê naskirin hatibû pêşniyazkirin Hukumeta Taywanê ku zêde daxwaza Çînê hêrs bike, vê carê bidaxuyaniyeke wekî …

Bêtir »

Brazîlî Bolsonaro hişyar kirin

Li Brazîlê Jair Bolsonaro dibe  sebeba krîzên siyasî û civakî Karker, xwendekar, hunermend û karsazên brazîlî bi çalakiyeke girseyî hişyarî dan serokê welêt Ciyê çalakiyê dawî ya li dijî Bolsonaro dibistana hiqûqî ya li bajarê Sao Paoloyê bû. Beşdarên çalakiyê nameyeke ku tê de Bolsonaro hate hişyarkirin ji raya giştî …

Bêtir »

FBI bi ser mala Trump de girt

Amerîka biserdegirtina vîllaya serokê berê Donald Trump nîqaş dike Lêgerîna polêsan a vîllayê de dijberiya di navbera Komarger û Demokratan de mezintir dike. Siyaseta Komarger beriya hilbijartina serokatiyê, li ser planên tolhildanê difikire Endamên îstixbarata navxweyî ya Amerîkayê FBI, roja duşemê bi ser vîllaya Trump a li Florîdayê de girtin. …

Bêtir »