Bruksel li dijî Îranê tedbîran plan dike

Li Îranê, raperîna civakî di hefteya sisêyan de didome

Yekîtiya Ewrûpayê xwe amade dike li hemberê Îranê hin tedbîran ragihîne

Annalena Baerbock got, polîtîkaya Yekitiya Ewrûpayê zêde destûr nade ew li hember zordestiya Îranê hemleyek mezintir bikin

Yekitiya Ewrûpayê ji ber şîdeta li dijî protestoyan, xwe ji bo ambargo li hember Îranê amade dike.

Di serî de Almanya, Fransa û İtalya, çend welat ambargoyê pêşniyazê yekitiyê kirin.

Naverok pêşniyazên van welatan ji tedbîrên li dijî şexs û saziyên berpirsiyarên şîdetê pêk tê.

Ev tedbîr di di civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewrûpayê ya di 17’yê cotmehê de wê bên nîqaşkirin.

Li aliyek din, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê vê meseleyê de wiha nivîsî:

“Iran ji hêza azadiyê, ji hêza gel ditirse. Lewma serî li şîdetê dide. Rast e; mixabin polîtîkaya me ya derve zêde destûr nade em li hember zordestiya Îranê hemleyek mezintir bikin, lê dîsa jî em dikarin dengê xwe bilind bikin. Em dikarin raya giştî hişyar bikin û zextê li Tehranê bikin. Niha, em ji bo vê dixebitin.”

Xamaney Amerîka û Îsraîlê tometbar kir

Lîderê Olî yê Îranê li ser van xwepêşandanên gel daxuyaniyek da.

Xamaney li Tehranê wiha axivî:

“Kuştina Mahsa Emînî bûyereke bi êş e ji bo me, lê ev protesto lîstikeke Amerîka û Îsraîlê ne. Ev komploya hêzên derve ne ku dixwazin aramiya Îranê xera bikin.”

Xamaney got, ev ne çalakiyên normal in û tev plana Amerîka û Siyonîstan e.

Li gor daneyên Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ku navenda wê li Osloyê ye, heta biha 133 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin.

Hêjayê gotinêye, çalakiyên ku 15’ê îlonê, du roj piştî kuştina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî li bajarê Seqizê ya li Rojhilatê Kurdistanê destpê kirin.

Serhildana civakî paşê belavî 30 eyaletên Îranê bû.

Bi milyonan çalakgerên li her aliyê welêt dixwazin sîstema şerîetê ya ji 1979’an û ve vir ve li ser kar e bi dawî bibe.

Li gor daneyên Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ku navenda wê li Osloyê ye, heta biha 133 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin.

Lê agahiyên herêmî bi li derdora 20 hezar kes hatine binçavkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …