Lukashenko: Ez ji bo şer amade me

Lukashenko: “Heta ku li ser kar bim ez ê xwe ji bo şerekî muhtemel herdem amade bikim. Ji bo welatê xwe ji êrişeke endamên NATO’yê biparêzin em destekê didin Rûsyayê.”

Lukashenko di daxuyaniya xwe ya dawî de careke din di rojeva cîhanê de ciyê xwe girt.

Serokê Belarûsê têkildarî desteka wî ya ji bo Rûsyayê gotinên balkêş kirin.

Lukaşenko wiha axivî:

“Heta ku li ser kar bim ez ê xwe ji bo şerekî muhtemel herdem amade bikim. Ji bo welatê xwe ji êrişeke endamên NATO’yê biparêzin em destekê didin Rûsyayê.”

Lukashenko diyar kir, welatê wî bi vî awayî di şerê Ûkraynayê de rolekê dilîze û ew tu carî vê ji berçavan venaşêrin.

Yek ji mijarê şefê Belarûsê qal kir, hêza leşkerî ya Amerîkayê bû.

“Kesê ku gotiye eger hûn aştiyê dixwazin, xwe ji bo şer amade bikin.  Min çend caran got, me çekên xwe pir pêş xistine. Ev cara pêncan e em çekên xwe modernîze dikin.”

Lukashenko got, ew ji nêzîk ve Amerîkayê dişopînin û li gorî wê jî tedbîrên xwe zêde dikin.

Şefê Belarûsê di vê kontekstê de qala hêza leşkerî ya welatê xwe jî kir û wiha dewam kir:

“Kesê ku gotiye eger hûn aştiyê dixwazin, xwe ji bo şer amade bikin.  Min çend caran got, me çekên xwe pir pêş xistine. Ev cara pêncan e em çekên xwe modernîze dikin.”

Serokê Belarûsê derbarê seferberiya dawî ya li Rûsyayê de jî axivî û got, ne hewceye ew wekî Moskowê biryareke wiha bigirin.

Lê digel vê jî Lukashenko got, kesên dikarin rahijîn çekan, bila xwe amade bikin û tedbîrên xwe bigirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …