Kolombiya û Venezuela dostaniyê pêş de dibin

Piştî lihevkirina dualî, deriyê sînor yê 7 sal in girtî bû ji rêwî û bazirganiyê re hate vekirin

Venezûela û Kolombiya bi însîyatîfa serokê Gustavo Petro meha borî ji nû ve têkiliyên dîplomatîk saz kiribûn

Deriyekî gumrukê Antonio del Tachira yê di navbera Kolombiya û Venezûelayê de ji hatûçûnê re vebû.

Piştî lihevkirina dualî, ev deriyê 7 sal in girtî bû ji rêwî û bazirganiyê re hate vekirin.

Ji ber girîngiya vê gava ji bo pêşxistina têkiliyan, serokê Kolombiyayê Gustavo Petro jî çû ser sînor.

Petro derbarê têkiliyên bi Venezûelayê re axaftinekê kir û got, ew ê çend hefte şûn de pireke din di navbera her du welatan de bê avakirin.

Venezûela û Kolombiya bi însîyatîfa serokê Gustavo Petro meha borî ji nû ve têkiliyên dîplomatîk saz kiribûn.

Kolombiya bi hinceta Venezuela destekê dide komên mixalif, 3 sal berê têkiliyên xwe yên bi Venezuelayê re qut kiribûn.

Sînorê Kolombiya û Venezuelayê 2219 km dirêj e. Ji ber zêdebûna daristan û çeman kontrola sînor gelek caran dibe problem.

Koçberiya ji Kolombiyayê

Di vê proseya aloz a di navbera her du welatan de, bi sedhezaran venezûelayî ji ber mercên debarê terka welêt kiribûn û derbasî Kolombiyayê bûbûn.

Tê ragihandin, ji dema rêvebiriya Nicolas Maduro û vir ve li derdora 7 milyon kes terka Venezuelayê kirin.

Rêxistinên navneteweyî radigihînin, 2 milyon ji wan kesan koçî Kolombiyayê kirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …