Li Yemenê hûsî 8. salvegera raperînê pîroz kirin

Hûsiyên Yemenê, salvegera raperîna li San’ayê pîroz kirin

Di bin navê bîranîna vê rojê de, şoveke leşkerî hat lidarxistin

Fuzeyên menzîldirêj ên li welêt hatibûn çêkirin, balê kişandin ser xwe

Hûsiyên Şiî li bajêr bîranîna heştemîn a raperîna xwe pîroz kirin.

Bi tevlîbûna bi hezaran leşkerên ji her beşên artêşê, bername veguherî merasîmeke mîlîtarîst.

Di merasîmê de bi taybetî fuzeyên menzîldirêj ên husiyan balê kişandin ser xwe.

Komên olî yên Yemenê. Reş: Şiî, Zer: Sunî

8 sal berê husiyên şiî bi serhildaneke çekdarî, paytexta Yemenê dagir kirin.

Di demeke kurt de raperîna berfireh bû û bakur û rojavayê Yemenê jî hate dagirkirin.

Şerê wesayetê

Şerê navxweyî yê di navbera husiyên Şiî û hukumeta Yemenê de 8 salan dom kir.

Ji midaxaleya hêzên biyanî, şerê birakujiyê hîn girantir bû û veguherî şerekî wesayetê.

Îran di şer de destekê da husiyên serhildêr, Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Ereb jî li piştevaniya hukumeta Mansûr Hadî kirin.

Di şer de piraniya wan sivîl, li derdora 400 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bajarên Yemenê wêran bûn.

Di nîsana 2022’an de bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî dawî li şer hate anîn û peymaneke agirbestê hate îmzekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …