Almanya û Hollanda xwedî heman polîtîkaya enerjiyê ne

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li gel serokwezîrê Hollandayê, careke din tedbîrên ji bo enerjiyê parast.

Delegeyên Alman û Hollandî ji bo li ser mijarên polîtîkayên enerjiyê nîqaş bikin, civîneke hevpar li dar xistin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, li paytext Berlînê bi serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re hevdîtin pêk anî.

Piştî civînê herdu serokwezîran bi hev re daxuyanî dan çapemeniyê.

Li gel hemû rexneyên hin endamên Yekitiya Ewrûpayê, Olaf Scholz pakêta ji bo enerjiyê parast.

Ev plan ji 200 milyar ewro desteka ji bo enerjiyê pêk tê.

Ev pere wê ji bo daxistina bihayê gazê bê bikaranîn.

Ev plan ji 200 milyar ewro desteka ji bo enerjiyê pêk tê.

Ev pere wê ji bo daxistina bihayê gazê bê bikaranîn.

Scholz îddia kir, welatên din ên Ewrûpyê jî tedbîrên bi vî rengî stendine.

Serokwezîrê Alman pê re jî qala Fona Vejînê Ya Ewrûpayê kir ku ji bo şewba koronayê 750 milyar ewro veqetandibû.

Lîderê alman da zanîn, piraniya vî pereyî nehatiye bikaranîn.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte jî piştevanî da Almanyayê.

Rutte got, mafê wan heye ku di asta neteweyî de tedbîran bigirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …