Rastgirên Îtalyayê li Romayê kom bûn

Li Îtalyayê rasta radîkal beriya hilbijartinê mîtîngeke mezin li dar xist

Ji Forza Italiayê Silvio Berlusconî, ji Lega Nordê Matteo Salvini û ji Fratelle d’Italyayê Giorgia Meloni tevlî mîtîngê bûn

Bloqa rastgir a Îtalyayê kampanyaya xwe ya ji bo serfiraziya hilbijartinê didomîne.

Partiyên endamên eniya rastgir bi hemleyeke dawî di mîtînga li Romayê hatin cem hev.

Ligel hezaran alîgiran, serokê Forza Italiayê Silvio Berlusconî, serokê Lega Nordê Matteo Salvini û lîdera Fratelle d’Italyayê Giorgia Meloni tevlî mîtîngê bûn.

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Berlusconî di axaftina xwe de ligel serweriya neteweyî, li ser pêdiviya Ewrûpayeke xurt sekinî û got, ew dixwazin bila Ewrûpa bibe hêzeke leşkerî ya global.

Enerji mijara sereke bû 

Piştî Berlusconî dora gotinê hat ser Salvini û serokwezîrê berê bi meseleya enerjiyê dest bi axaftina xwe kir.

Salvini balê kişand ser buhayê elektrîk û gazê û got, eger ew werin ser kar ji bo pêşîgirtina vê wê qanûnekê derxin.

Anketên dawî nîşan didin, partiya rasta radîkal Fratelli d’Italia di hilbijartinê de dibe partiya siyasî ya yekemîn.

Di mîtîngê de gotinên dawî ji aliyê lîdera rasta radîkal Giorgia Meloni ve hate kirin.

Silvio Berusconi û Matteo Salvini. Berlusconi di çar hukumetan de serokwezîrtiyê kir. Salvini jî ji bo demeke kurt cîgirê serokwezîrtiyê kir.

Meloni jî giranî da meseleya enerjiyê û ji bo pêknehatina bernameya çareserkirina krîzê Yekitiya Ewrûpayê tometbar kir.

Hilbijartina giştî ya Îtalyayê wê di 25’ê îlonê de bê lidarxistin.

Anketên dawî nîşan didin, partiya rasta radîkal Fratelli d’Italia di hilbijartinê de dibe partiya siyasî ya yekemîn.

Eger ji sindoqan e encam derkeve, tê payîn Meloni bi her du partiyên din re hukumeteke rastgir ava bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …